Vê hefteyê Endamê Konseya Rêveber a KCKʼê Mustafa Karasu û hefteya beriya wê jî Hevseroka Konseya Rêveber a KCKʼê Besê Hozat li ser girîngiya parastin û pêşdebirina ziman û çanda Kurdî axaftinên girîng kirin. Birêz Besê û Karasu bi taybetî têkiliya hebûna Kurdan bi ziman û çandê re destnîşan dikin. Rêber Apo jî bi parêznameya xwe ya pêncan a bi navê “Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî De” ku ji pênc pirtûkan yek a Manîfestoya Civaka Demokratîk e, bi temamî li ser qirkirinê, manûneman û xwebûnê hûr kolaye. Ji navê parêznameya Rêber Apo jî diyar e ku ew Kurdan weke gelekî di nava pencê qirkirinê de diperpite, bi nav dike. Rêber Apo di parêznameyê de qal dike ku wan sî, çil salan têkoşîn ji bo hebûna fizîkî kiriye û di vê pêvajoyê de xebatên di warê çand û ziman de qels mane, lê êdî derfet û îmkanên ji bo vê xebatê çêbûne. Ango mirov dikare bibêje, Tevgera Azadiyê êdî gihiştiye wê qonaxê şoreşeke ziman û çandê pêk bîne; bi nirx û normên civaka demokratîk a kurdewarî kirasê xwe yê nasnameya hemdem li xwe bike.

   

Her kes hemfikir e ku dijmin, dagirker û mêhtingerên Kurdistanê hewl didin Kurdan qir bikin. Ev yek evqasî zelal e. Eger ev yek evqasî zelal be, hingê divê Kurd çi bikin. Bêguman divê Kurd xwe biparêzin. Kurd ê xwe hem fizîkî hem jî manewî biparêzin. Yek bê ya din jî nabe. Eger heta vir em hemû hemfikir in, hingê ya ji me re dimîne ew e, em li ser çareserî, rê û rêbazan biaxivin, serê xwe biêşînin, mitale bikin û biponijin.

Bi ya min, pirsgirêka Kurdan a ziman û çandê li her çar beşên Kurdistanê jî heye. Lê pirsgirêk li gorî beşan diguhere. Herî zêde rewşa ziman û çandê li Bakurê Kurdistanê giran e. Ji lewra jî em bi hûrbînî bala xwe didin ser vî beşî û li ser radiwestin.

Ji ber ku Kurd ji derfet û îmkanên dewletdariyê mehrûm in, rêxistin, sazî û dezgehên Kurdistanî şûna vê digirin. Seba vê jî berpirsiyariyeke mezin li ser milê wan e. Lê wekî din jî her kes gilî û gazinan dike, divê xwediyê gilî û gazinan jî bi qasî gilî û gazinên xwe bixebitin û tiştekî bikin. Jixwe, ji bo vê yekê pêdivî bi bawermendên ziman û çanda Kurdî heye. Kesên bawermend ew kes in ku bîstûçar saetên rojê bi zêhniyeta parastin û pêşdebirina ziman û çanda xwe radibin, mîna nimêjê bikin, her roj tiştekî dikin; dixebitin.

Rêber Apo jî di parêznameya xwe ya pêncan a Manîfestoya Civaka Demokratîk de weha dibêje; “…ez li derve bi tenê bi şertekî dikarim bijîm, ango ez bîstûçar saetê rojê ji bo hebûn û azadiya Kurdan têbikoşim pêkan e. Ji bo Kurdekî bi rûmet û bi exlaq, jiyan ji sedî sed bi têkoşîna bîstûçar saetên rojê yên ji bo hebûn û azadiyê pêkan e.”

Ji bo hebûn û azadiyê gelek rê û rêbazên têkoşînê hene. Mirov çendî karibe van rê û rêbazan bibîne û wan dewlemend bike, sînorên hebûn û azadiyê jî ewçend fireh û zengîn dibin. Bêyî gilî û gazin, mirov weke bawermend, xemxwar an jî peyrewê azadiyê dikare serê xwe li ser van mijaran biêşîne û piçûk be jî dikare her roj tiştekî bike. Li vê dinyayê ku maddiyatê bêhn li mirovan çikandiye, xebatên manewî yên ji bo hebûn û azadiyê, ji zêr biqîmettir in. Hemin manewiyata em behsa wê dikin têra xwe têkiliya wê bi maddiyat û hebûna Kurdan re heye.

Ji bo xebatên di warê ziman û çandê de li dora me jî gelek mînak hene û em dikarin ji wan jî sûdê bigirin. Rêxistin, sazî û dezgehên Kurdistanî dikarin dersên ziman û çanda Kurdî domdar bikin, beşek ji karê xwe û weke şertekî xebatê deynin ber her endam û beşdarî. Jixwe, li gelek welatan jî ev heye. Dema ev were kirin wê siyaset berbiçavtir û geştir bibe. Ne tenê ev, di heman demê de siyaset wê civakî û encamgîr bibe. Ji bo ev bibe, derfet û îmkan ji her demê zêdetir hene. Tenê tişta hewce dike ew e, divê hinekî bawerî bi vê hebe û di vê çarçoveyê de rê û rêbazên dewlemend bêne dîtin.