Alîkarê Şaredarê Qamişlo Nubar Hagof ê bi eslê xwe Ermenî û di şoreşa Rojava de bi awayekî aktîf cih digire diyar kir ku bi gel û baweriyên Rojava re tu pirsgirêkên wan nîn in. 
Hagof da xuyakirin ku êdî yên li Rojava tevlî yekîtiyê nebin û nebin yek wê marjînal bimînin û wê ber bi tunebûnê ve biçin. Hagof axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku ji her cihî êrîş pêk tên. “Nêzî 40 salan gelên Sûriyeyê ji her tiştî bêpar bûn. Wek gelên Mesîhî ji bo yekîtiya gelan an jî ji bo avakirina Rêveberiya Demkî ya Rojava çi ji destê me bê em amade ne bikin. Heke em bibin yek azadî nêzîk e.”

Hagof, destnîşan kir ku nêzî 3 salan e li Rojava şoreşek heye û di wê pêvajoyê de YPG û YPJ’ê berxwedaneke bêhempa nîşan da. Hagof, anî ziman ku di vê berxwedanê de gelek wendahî dane û axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Em li hember şehîdan bejna xwe ditewînin. Bi saya şehîdan em gihiştin vê astê.”

AMED