Vaye li ser çalakiya Gezî Parkê hefteyek derbas bû, gelek nivîs û analîzên cuda cuda hatin nivîsandin. Hin nivîsên siyasî, hin hûrbûnên taybet û her yek li alîkî ve gelek nêrînên balkêş hatin nivîsandin. Li ser ekranan gelek hevpêyvîn hatin çêkirin û ji milê siyasetmedaran ve jî gelek nêrîn hatin ziman. Lê ezê îro hewlbidim ku ji aliyekî din lê binerîm.

Şêva din heya ber sibehê, li Taksîmê, li Gezî Parkê bûm. Li wê derê, heya nîvê şevê, şahiyek berdewam bû. Lê nîvê şevê şûnda, di navbera saniyekî de, bêhneke tûj û tund, wekî ku însan bixeniqîne hewayekî wisa, wekî ku çavê însan bi jilêtan were jêkirin êşeke wisa pêhda bû. Çavê me hemûyan xwe bi xwe bariya, ruçikê me xwe bixwe şil bû, wekî ku bêhna însan biqede, xilas be, hemû oqsîjenên dinyayê vekişe û biçe wisa, giraniyek li ser milê me bar bû. Ez bixwe, bi nexweşiya astimê (nefesgiranî) ve dijîm, ji ber wê jî wekî ku mirin hat li ber min wisa xwe da xuyakirin, sekinî û min çendek tekiliya xwe ji dinyayê ve birî. Di wê navberê de, ne wisa em bêjin sedî sed zelal, lê dîsa jî çi dibe, çi diqewime, wekî xuyangeke nîvtarî, hin tişt li ber çavên min hatin û çûn. Ew xuyangên ku min nîvî nîvî dît û hîs kir, bandoreke mezin danî li ser min.
Hin keç û xort, di navbera saniyeyan de li derdorê peyda bûn û hinê wan sprêyek li çavê min xistin, hinê wan vîks li pozê min dan, hinê wan min ji destê min girtin û min kişandin quncikekî û bi awayekî dostiyane, bi hêsteke dayikî, bavkî, xûşk û biratî ve min parastin û sax kirin. Li wê qadê, ne tenê Gezî Parki jî, li hemû qadên çalakiyan, hêsteke wisa ku heya niha civaka Tirk ne elimî ye pêk hat.
Ji wan yek piştevanî bû. Her kesên çalakvan, piştevanî ji her kesî kirin. Her kes her kesî parast. Her kes ji bo pêdivî ya her kesî şixulî. Her kes birîna her kesî pêça. Ji nêrîn û fikrê her kesî re rêzgirtinek pêk hat. Ji al û gotinê her kesî re sebir û baristanî hebû. Ji çalakvanan, ji bo çalakvanên din rêbuwarîtî wek pîvanen bicih bûbû di vê çalakiyê de. Ji van tiştan hemûyan cûdatir jî tişteke herî balkeş, renga jinîtî bû... Rengê jinî, di çalakiya Gezî Parkê de, wekî rengeke biriqî xwe da xuyandin. Hin kesên nezan jî tev li vê çalakiyê bûbûn û hin gotinên beredayî, hin gotinên çêrî û hin pêyvên mêrokî hebûn, lê rengê jinan li ser şermiya zilaman girt û xweşikahiya hêstên xwe pêşxistin. Piştî ku jin rengên xwe didan xuyandin, ew zilamên ku bi nezantiyê hin tiştên beredayî kirîbûn jî, lêborîna xwe dixwastin û rexnedayina xwe didan çalakvanan û ji bo vê seknê wan jinan jî çepil lêdidan.
Carek, endamê Konseya Civaka Kurdistan Cemîl Bayik, di axaftineke xwe de, ji bo PKK gotibû, “Tevgera me rasterast tevgerê jinan e.” Bi rastî jî wê demê ez pê nehesiya bûm, lê îro pê dihesim, ew tevgerbûn e ku, civaka Kurd anîtiye vê astê. Îro xuya dibe ku, ew pîvan, ew xebat, ew rengê tekoşina Kurdistan ya jinî, ji bo civaka Tirk jî wek perwerdeyek kar kiriye.
Doh şev, li Gezî Parkê, tiştekî balkêş jî hebû, ku zêde zêde ez li ser vê yekê fikirîm. Di nîvê şevê de, ji belavkirina nan, av, derman, û amurên her pêdiviya însanan wêdetir, çend jin, di destê wan de poşêten tijî, tenê di navbera jinan de digeriyan û ji wan re dipirsiyan: “Gelo pêdiviya we heye?” Di nav wan poşêtan de peda jinan hebûn. Çawa ku bala min çû ser vê tiştê, xwe bi xwe min got: “Ev çalakî, bi xêra tesîra jinan, dê çalakiyeke têkneçûyî be... Ji vê wêdetir jî, di dîroka însaniyetiyê de, şoreşên ku heya niha çêbûne, hemû şoreşan, em bêjin şoreşên olî, şoreşên çinî, şoreşên fikrî û zanyartiyê, şoreşên netewî û hew, hemû van şoreşan, ji bo ku bigihîjin asta şoreşa jinî, wek ceribandin bûn. Ji ber ku şoreşa ya rast, şoreşa herî bigehîn ya însanetiyê, şoreşa jin bixwe ye.”