Tevgera Jinên Kurd ya Fransayê (TJK-F) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) a bajarê Fransayê Toulouseê derbarê “Şoreşa Jinê ya Rojava” de panelek li dar xist.

Înîsiyatîfa Jinan a Toulouseê panel organîze kir. Di panelê de qiseker bi pêşketina şoreşa jinê ji destpêka şoreşê heta niha daketin, wan her wiha xasma çawa Şoreşa Jinê ya Rojava ji bo krîz û pirsgirêkan çawa dibe çareserî, gotûbêj kir.

Di panelê de ku Nûnera Karên Derwe ya TJK-F Hazal Karakûş li ser “şideta li hemberî jinê” ya li cîhanê her ku diçe zêdetir dibe jî gotûbêj kir. Karakûş bal bire ser şideta li hemberî jinê û got. “modernîteya sermayedariyê û netewe dewlet xwe li ser têgînên zilamtî û desthilatê ava kirine.”

Di panelê de gelek saziyên femînîst jî hazir bûn. Karakûş di dewama axaftina xwe de gotina “Rizgariya mirovatiyê tenê bi azadiya jinê dikare pêk bê” ya  Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, “Şoreşa Rojava weke paradîgmaya avakirina Jineolojî ku îdeolojiya rizgariya jinê ye, hatiye diyar kirin.”

 

TOULOUSE