Li Kantona Cizîrê û Efrînê, di sala nû ya perwerdeyê de, wê ji refa yekê heta 3’yan hemû ders bi zimanê Kurdî bêne dayîn. Ji bo vê yekê jî li Cizîrê 40 hezar pirtûk hatine amadekirin û hezar û 300 mamoste hatin perwerdekirin. Lê zarokên ereb û suryan wê bi zimanên xwe bêne perwerdekirin. Li Efrînê jî hezar û 350 mamoste hatine amadekirin.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, wekî her qadek jiyanê, di mijara perwerdeyê de jî pêngavên girîng hatin avêtin. Di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku di destpêka sala 2014’an hate qebulkirin, hate diyarkirin ku li Kantona Cizîrê zimanê Kurdî, erebî û suryanî zimanên fermî ne û perwerde jî wê bi van zimanan bê dayîn.Piştî qebûlkirina hevpeymanê xebatên perwerdeyê  hatin meşandin. Li herêmê heta vê demê perwerde tenê bi zimanê erebî dihat dayîn. Lewre jî, ji ber ku amadekarî temam nebûn, bi yek carê destpêkirina perwerdeya bi Kurdî û Suryanî pêk nehat.Xebatên perwerdeya bi Kurdî ji aliyê Tevgera Ziman û Perwerdeyê ve li dibistanên taybet hatin meşandin. Her wiha mamoste hatin gihandin. Piştî amadekariyan di sala perwerdeyê ya 2014-2015’an de li refa yekemîn a dibistanên seretayî dersên Kurdî hatin dayîn. Her wiha li refên dibistanên navîn jî dersên ziman hatin dayîn.


Pêngavek din pêş ket

Îsal jî xebat pêngavek din hate pêşxistin û amadekariyên sala nû hatin kirin. Tevgera Ziman û Perwerdeyê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi vê mebestê di 15’ê Hezîrana 2015’an de li ser asta hersê Kantonan (Cizîr, Koban û Efrîn) Kongreya Perwerdeya Civaka Demokratîk lidar xist. Di vê kongreyê de biryar hate girtin ku di sala nû ya perwerdeyê de ji refa yekê heta 3’yan hemû ders bi Kurdî jî bêne dayîn û bi vê mebestê materyal bên amadekirin, mamoste bêne gihandin.

Piştî kongreyê jî ev xebat hatin destpêkirin. Derbarê mijarê de Cigîra Serokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hecî Elî agahî dan ANHA’yê. Semîra Hecî Elî, destnîşan kir ku wan li gorî biryarê, li bajarên Kantona Cizîrê dewreyên perwerdekirina mamosteyan hatine destpêkirin. Semîra got ku di encama van perwerdeyan de li tevahiya kantonê bi giştî hezar û 300 mamoste hatine gihandin.


40 hezar pirtûk hatin amadekirin

Semîra Hecî Elî da zanîn ku di çarçoveya amadekariyan de wan xebatên materyalan jî dane meşandin û di encamê de 40 hezar pirtukên bi Kurdî amade kirine. Semîra anî ziman ji van pirtûkan jî 5 hezar ên dersa matematîk (bîrkarî), 5 hezar ên zimanê Kurdî û 5 hezar ên dersa civakê û jiyanê ne. Semîra got: “Di refa yekê ya dibistana seretayî de tênê 2 ders tên dayîn û 10 hezar pirtûk hatine amadekirin. Di refên 2 û 3’yan de jî 3 ders têne dayîn û ji bo wan jî 3o hezar pirtûk hatine amadekirin.”


Perwerdeya Erebî û Suryankî

 Semîra da zanîn ku wan ji hemû komînan re giştîname şandine ku malbat zarokên xwe li dibistanan qeyd bikin û wiha dom kir: “Qeydkirina zarokan mecbûrî ye û hemû zarokên Kurd dê bi zimanê Kurdî bêne perwerdekirin.” Semîra bal kişand ku zarokên ereb û suryan jî dê bi zimanên xwe bêne perwerdekirin.

Desteya Perwedeyê ya kantona Efrînê jî hezar û 350 mamosteyê ji bo salanû ya perweda 2015-2016’an ku dê di hefteya sêyemîn a meha Îlonê de dest pê bike. Dê dersên xwendekaran ji refa yekem û heta sêyem bi Kurdî bê dayîn  di refa 4’an de jî dê madeya erebî bê zêdekirin û di refa 5’an de jî dê madeya îngilîzî bê zêdekirin. Ji bo xwendekarên ji pêkhateyên ereb ên kantonê jî dê ji refa yekem û heta sêyem hemû ders bi zimanê erebî bê dayîn, her wiha dê di refa 4’an de dê zimanê Kurdî û di refa 5’an de dê zimanê Îngilîzê bê zêdekirin.

JI refa 7’an û heta 12’an dê madeyên dîrok û erdingarî, semînerên çandî û exlaqî jî bi zimanê kurîd bêne dayîn.


SEYDO ÎBO/ANHA/QAMIŞLO