Şoreşa Rojava kete sala 6’emin. Parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê şoreşek pêk anî ku 3. Şerê Cîhanê yê li Rojhilata Navîn diyar dike û mêzînan xira dike. Bû şoreşek ku DAIŞ a Rojhilata Navîn û Cîhan hejandî, ber bi têkbirinê ve bir. Bû şoreşek ku hêzên siyasî yên li Rojhilata Navîn neçar man aliyê xwe diyar bikin û nêzîkatiyên nû nîşan bidin. Parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê, karakterê hêzên siyasî yên Kurdistanê jî zelal kir. Ya herî girîng jî ew bû ku ji bo li hemû cîhanê rastî û karakterê Kurd werê nasîn bi roleke girîng rabû. Di ser vê şoreşa nifûsa wê kêm lê bandora wê gelekî mezin re pênc sal derbas bûn.
Tişta ku mezinbûna vê şoreşê ava kir û hişt pêk were, 20 salan mayina Rêberê Gelê Kurd a li Rojava, Sûriye û Rojhilata Navîn bû. Rêberê Gelê Kurd di van 20 salan de bandor li wî gelî kir û ew birêxistin kir. Bi hezaran ciwanên wan beşdarî têkoşîna azadiya Kurdistanê kirin. Bi hezaran ciwanên Rojava di serî de Bakûrê Kurdistanê, beşdarî têkoşînên li tevahiya parçeyên Kurdistanê bûn, têkoşiyan û şehîd bûn. Gelê Rojava bi dehê salan bû parçeyekî têkoşînên azadiyê yên li hemû parçeyan. Bi vî aliyê xwe ve gelê ku nêzî Tevgera Azadiyê û xwedî çanda têkoşînê bû bi şêwazekî xurt beşdarî şoreşê bû. Yek ji sedemên bingehîn ê serketina Şoreşa Rojava jî ev rastî ye.
Şoreşa Rojava serketineke mezin bidest xistiye. Ne tenê Kurd gihandin azadî û demokrasiyê, DAIŞ têk bir, gelê Ereb ê Sûriyeyê, gelê Asûrî-Suryanî û hemû gelên din ên Sûriyeyê kişandin nava şoreşê. Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê niha bûye maketeke (nimûneyeke) mezin a tevahiya Sûriyeyê. Nîvê Federasyona Bakûrê Sûriyeyê ji Kurdan pêk tê, niviyê din jî ji Ereb, Asûrî-Suryanî, Tirkmen û Çeçenan pêk tê. Li Federasyona Demokratîk Bakûrê Sûriyeyê û gelemperiya Sûriyeyê xeta neteweya demokratîk bû xwedî partîkeke serketî. Ev tev ji bo Şoreşa Rojava serketinên mezin in. Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê ku xwe disipêre Şoreşa Rojava, gihiştiye asteke têkneçûnê. Ji ber ku Ereb, Kurd, Sûryanî û gelên din karin di nava wekheviyê de bijîn; Şoreşa Neteweya Demokratîk pêk hatiye. Serketina vê şoreşê, dîndariya tundraw, mezhebparêzî û neteweperestî tarûmar kiriye û ew bêtesîr kirine.
Li Rojava şoreşeke jinê pêk hatiye. Ev şoreşa jinê, mohra xwe li tevahiya karakterê şoreşê dixe. Şoreşa Rojava zanistiya hevkariyê ya Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê bihêztir kir. Beyî ku sînoran mîna asteng bibînin zanistiya yekîtiyê ya Kurdan bi lez û bez bi pêş dikeve. Şoreşa Rojava ji bo dîroka Kurdistanê jî bi roleke girîng a neteweyî rabûye.
Bi hezaran şehîdên Şoreşa Rojava hene. Bi sedan ji wan jî ciwanên Ereb in. Jixwe, yên niha li Reqayê şer dikin bi pirranî hêzên şoreşger ên Ereb in. Ya girîngtir jî ew e ku bi sedan înternasyonalîst ên ji çar aliyê cîhanê hatine, niha li Bakûrê Sûriyeyê di nava şer de ne. Bi dehan ji wan şehîd ketin. Van jî mora xwe li diyarkirina karakterê Şoreşa Rojava û Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê xist. Ji ber vê yekê ne federesyoneke neteweperest, mezhebperest, federasyoneke xwedî karakterê demokratîk û şoreşger hate avakirin.
Di rewşa heyî de ji avabûna Sûriyeyeke demokratîk a li ser bingeha Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê, herî zêde dewleta Tirk ditirse. Li Tirkiyeyê tirsa Sûriyeya demokratîk belav bûye. Sûriyeya demokratîk mîna daxistina hemû rûpoşên Tirkiyeyê û AKP’ê, wê dîktatoriya Tayyip Erdogan jî bihejîne. Niha herêma herî aram, herî demokratîk û bi hizûr Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê ye. Hemû gel bi îradeya xwe ya demokratîk û xwerêveberiya demokratîk di nava aştiyê de dijîn. Her roja derbas dibe bandora wê li gelemperiya Sûriyeyê belav dibe. Çavê gelên li herêmên din ên Sûriyeyê jî li Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê ye. Ji ber ku li vir sîstememeke demokratîk heye ku zext lê tineye.
Berbanga azadî û demokrasiyê ya Rojhilata Navîn li Bakûrê Sûriyeyê ye, roja wê li wir dihile. Şoreşa demokratîk a li vir pêk hat, tevahiya Sûriyeyê ronî dike.
Her çiqasî Tayyip Erdogan bi gotinên, “em ê destûrê nedin avakirina terora dewletê” Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê tehdît dike jî, gelên Sûriyeyê û tevahiya cîhanê bi rastiya Federasyona Demokratîk a Sûriyeya Demokratîk dizanin. Heger dewleta terorê hebe, ya destekê dide rêxistinên dermirovahî hebe, ew jî desthilatdariya faşîst a Tayyip Erdogan e. Yên hesab ji wan werin xwestin heger hebin, ew jî desthilatdariya AKP’ê û Tayyip Erdogan in ku li Rojhilata Navîn çeteyên dij mirovahiyê xwedî kirin û bûn sedem ku êrîşî mirovahiyê bikin.