Endama Dîwana Serokatiyê ya Kongra Gel Raperîn Amed da zanîn ku li Rojava gelek cihêrengiya etnîkî heye û anî ziman ku ya li Rojava esas tê girtin feraseta neteweya demokratîk e, lewma gelek cihêrengiya etnîkî ya li Rojavayê Kurdistanê dijîn, li bajaran otonomî û xweseriya xwe diparêzin û bi kantonan beşdarî modela jiyana hevpar bûne. Amed diyar kir ku tevî hemû êrîşan jî gelê Rojava bi dayîna berdêlan sîstemeke jiyanê bi hêza xwe ya cewherî ava kiriye û destnîşan kir ku sîstema kantonê şêweyeke rêxistinbûyînê ye ku dikare bersivê bide pêdiviyên civakî yên li Rojavayê Kurdistanê.

Berdêla wê hat dayîn

Amed da zanîn ku divê şoreşa li Rojava pêk hatiye û pêvajoya avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi 3 salên dawî re sînorkirî neyê hiştin û got, "Pêwîste şoreşa Rojava weke keda 20-25 salan a Rêbertiyê û asta gelê ku ewladên xwe yên giranbuha tevli têkoşîna azadiyê kiriye û berdêl daye, bê dîtin. Tacîdarkirina keda gelekî xwe bi nêrîna Rêber Apo perwerde û rêxistin kiriye, bê nirxandin.

Şoreşek mînak pêk hat

Amed bal kişand ser asta destpêkirina şoreşa gel a Rojava û wiha peyivî: "Di salên 2000'î de PYD ava bû. Bi Meclîsa Gel a Rojava re, ku piştre xwe birêxistin kir li ser bingeha qanûnî xebat hatin meşandin û amadekarî ji bihara gelan re hat kirin. PYD û TEVD-DEM ên xwe dispêrşn hêza gel a rêxistinbûyî, amadekarî ji bo rêxistinbûyînekê re kirin. YPG a di pozîsyona parastinê de bû, ji bo ewlekariya gel xwe birêxistin dikir. YPG'ê bi armanca parastina ewlekariya gel ji roja destpêkê ve sînorên Rojava girt. PYD a li derveyî Esad û mûxalefetê rêyeke sêyemîn hilbijart, xwe sipart gel û vîna gel û Rojava li derveyî şerê desthilatdariyê girt. Ji bo vê jî berdêlên giran da."

Bi AKP´ê re êriş kirin

Raperîn Amed da xuyakirin ku planên rêxistinbûyînên alîgirên PDK'ê yên li Rojava bersiva xwe nedîtin, pûç bûne û got, "Rêxistinbûyînên alîgirên PDK'ê, piştî karê dîplomatîk ê bi rêveberiya Şamê û Tirkiyeyê re li hev kirin û ji ber ku nekarî pêşketina tevgera Apoyî rawestînin, planên wan pûç bûn. Ev rêxistinbûyînên planên wan pûç bûn, di çarçoveya peymana bi dewleta AKP'ê re kir de, ji bo destketiyên gel ên li Rojava têk bibin, ketin nava tevgerê. Ji bo vê jî destek dan çeteyan, li kêleka AKP'ê cih girtin û êrîşî şoreşê kirin. Tevî hemû êrîşan jî gelê Rojava berdêl da û sîstemeke jiyanê ya xwe dispêre hêza cewherî ava kir."


PDK di riya şaş de ye
Amed anî ziman ku sedema nenaskirina PDK a Kantonan, polîtîkayên AKP'ê ne û di vî warî de wiha peyivî: "Nêzîkatiya PDK a rêwiyê rêya AKP'ê ye, bi rêveçûna pêvajoya çareseriyê ve girêdayî ye. Diyare ku PDK û AKP di vî warî de di nava peymana stratejîk de ne. Sedema daxuyaniyên PDK'ê yên bi israr ên li ser nenaskirina rêveberiya li Rojava, ev yek e. PDK bi vê nêzîkatiyê re hestên neteweyî yên gelê Başûrê Kurdistanê dilîze. Bi van polîtîkayan re sebra gel difûrîne. Ne diyar e ku gelê Başûr wê kengî biteqe. Divê PDK van polîtîkayên xwe di ber çavan re derbas bike. Beşdariya bi vîna cewherî ya li Kongreya Demokratîk a Neteweyî dikare PDK'ê ji vê rewşê rizgar bike. Hingî tiştekî bi navê sînorê Başûr û Rojava ji holê namîne. Di rewşeke berevajî de wê destketiyên Tevgera Azadiyê zêde bibin, lê PDK wê gelek tiştan winda bike."

Li herêmê krîz heye

Amed da zanîn ku tevî erdnîgariya Kurdistanê parçe bûye jî gelê Kurd ti carî ji lêgerîna xwe ya azadiyê venegeriyaye û got, "Welatê Kurdan erdnîgariya Kurdistanê bi heman rastekan re hatiye rêzkirin. Lê belê gelê Kurd ji lêgerîna xwe ya azadiyê vegeriya. Rêber Apo bû ziman, dil û çalakiya vê lêgerînê. Sîstema gel a xweseriya demokratîk a li Rojava bi felsefeya Rêber Apo derket holê. Ev modela bi felsefeya Rêbertiya me hat avakirin, yekane modela ku Rojhilata Navîn ji krîzê rizgar bike ye."

Xwe rêvebirin

Amed da xuyakirin ku sîstema kantonan a li Rojava hatiye avakirin ji ber xweseriya erdnîgarî û pêkhateyî ye û ev xal destnîşan kir: "Herêmên xweser (bajar) ên li Swîsreyê weke kanton tên bilêvkirin. Bi beşdariya nûnerên antonên xwe bi xwe birêve dibe re Konseya Kantonan birêxistin dibe û Konseya Kantonan jî li Meclîsa Neteweyî ya Swîsreyê cih digire. Li vê derê hiqûqa du alî derbasdar e. Ji ber ku Rojava jî ji sê herêmên cuda pêk tê, xwe weke kantonan bilêv kiriye."

Modela hevpariyê ye
Amed ragihand ku li Rojava gelek cihêrengiya etnîkî heye û got, "Li Rojava feraseta neteweye demokratîk heye ku esas tê girtin. Li Rojava ne tenê gelê Kurd gelek cihêrengiya etnîkî heye. Cihêrengiya etnîkî, otonomî û xweseriya li bajaran Kanton kirine modela jiyana hevpar. Ji ber ku di encama polîtîkayek bi zanebûn de wargehên Ereb li erdnîgariya Rojava hatine bicihkirin û Efrîn, Kobanê û Cizîr ji hev hatine qutkirin, ev her sê herêm xwe weke sîstema Kantonê birêxistin kirine."Amed destnîşan kir ku girîng e Kurdan bi beyana Kantonan re diyar kiriye ku ewê bi vî şêweyî di pêşeroja Sûriyeyê de rolê bileyze.



ZAL MED/MERVAN ARÎ /ANF/BEHDÎNAN