Hewcehî bi dildaran heye
Ozdemîr da zanîn ku dewlet li hemberî welatiyên Kobanê nêzikatiyekê şaş nişan dide û wiha axivî: “Welatî di nava şert û mercên zehmet de dijîn. Kesên ku dibêjin em mirovin divê ku bê û di nava konbajaran de cih bigre. Bi taybetî pêdiviya me ya mirovên kalîfiye heye. Min di nava xebatên tenduristiyê de cih girt û ji ber ku bi şev elektirîk tê qutkirin welatî dicemidin û nexweş dikevin.” Ozdemîr got ku ji ber ku konbajar nû hatiye vekirin hinek pirsgirêk hene û ji bo ku ev pirsgirêk demildest ji holê rabe divê alîkarî bê kirin. Ozdemîr destnîşan kir ku niha kon tên vedan û ji bo vedana konan jî pêdiviya alîkariyê heye. Em ji bo alîkariyê dengdarên welatiyên Kobanê ne. ‘Ji bo zarok û jinan li vir im’ Xwendekara xwendina bilind a Zanîngeha Stenbolê Ilgin Kaya ku 27 salî ye jî bi dildarî tevlî xebatên konbajaran bûye û got ku bi tevlîbûna xebatan ez gelekî kêfxweşîm û wiha got:“ Ez hefteyeke li virim. Ji bo piştevaniya zarok û jina min hezkir ku ez li vir bim. Dîsa min xwest ruhê min nêzî şoreşê be bi şoreşê re lê bide.” Kaya diyar kir ku bi şoreşa Rojava re hêviyek çêbû wiha got: Em ji bo ku ev mirove heya şer xelas bibe û ji bo jiyanek bi rûmet bijîn em li virin. Divê hemû kes kelecana li vir bijî.”
DIHA/RIHA