Siyasetmedar û rewşenbîrên Hesekê diyar kirin ku şoreşa Rojava berdewama pêngava 15’ê Tebaxê bingeha rojeke nû ya gelê kurd e. Siyasetmedar û rewşenbîran da zanîn ku di vê rojê de gelê kurd ji zilm û desthildaran re got na û serî hildan.
Bi boneya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê siyasetmedar û rewşenbîrên bajarê Hesekê ji ANHA’yê re axivîn.
Dr Ebdulxenî Şiwêş da zanîn ku Şoreşa Rojava ku îro geş dibe û rojane serkeftinên nû bi xwe re tîne encam û berdewama Pêngava 15’ê Tebaxê ye û ev tişt anî ziman: “Di 15’ê Tebaxê de gelê kurd ji hemû siyasetên înkar û tunekirinê ya dewleta Tirkiyê re gotin na.”
15´ê Tebaxê ji bo gelê Kurd vejînek e
Endamê Saziya Fikir û Ramana Azad Ebdulrezaq El-Elo diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna rojeke nû ji gelê kurd û hemû pêkhateyên herêmê re ye û wiha got: “Serkeftinên li Rojava hêza xwe ji tîrêjên 15’ê Tebaxê girtiye, serekftinên Rojava berdewama wê ye. Pêwîste em gelê kurd li gorî berpirsyariyên xwe yên dîrokî tevbigerin û em pêşengiya hemû gelên herêmê bikin.”
Şoreşa Rojava encama guleya pêşî ye
Helbestvanê kurd Salihê Heydo derbarê mijarê de wiha axivî: “Çirûska 15’ê Tebaxê ew rewş guherî, em îro saziyên gel ên xizmetan dibîjin, rojane hêvî û daxwazên gelê me pêk tê û mafê me li me vediger e.”
Heydo, da zanîn ku pêngava 15’ê Tebaxê vejîna roja nû ye dîroka gelê kurd bû û wiha dom kir: “Gelê me îro li ser bingeha wê rojê mezin dibin, em bi saya berxwedana Şehîdan hêviyên gelê xwe yên azadîxwaz û demokrasiyê pêk tînin.”
Endamê Tevgera Çand û Hunerê ya Hesekê Mihemed Cûdî jî da zanîn ku Pêngava 15’ê Tebaxê xwedî wateyeke mezine û serkeftinên şoreşa Rojava berdewama 15’ê Tebaxê ye.
ANHA / HESEKÊ