Li bajarê Hamburgê ji 3 ta 5´ê Nîsanê de konferansa duyem a minaqeşekirina fikr û têgehên Ocalan bi navê "Meydanxwestina (Navdixwedana li dijî) Modernîteya Kapîtalîst II" pêk hat. Ev konferans li gorî ya pêşî ku beriya bi sê salan li heman cihî pêk hat, hem berferehtir bû, hem bîhtir beşdarên wê hebûn û hem jî ji Îranê heta bi Kanadayê di ser înternetê re lê hat temaşekirin û guhdarîkirin. Aliyekî din jî ew bû ku Berxwedan Kobanê û Şoreşa Rojava mohra xwe li konferansê dan. 

Li zanîngeha Hamburgê dîsa bi pêşengiya Tevna ji bo Gerîna li Alternatîfê tevî beşdariya çalakgerên siyasî û civakî ji seranserê 


‘Xweseriya demokratîk bi min tebîî ye’

Ewrûpa, Kurdistan, Rojhilata Navîn, Asya û Efrîkayê, David Graeber, David Harvey, John Holloway û Dimitris Roussopoulos bi gotarên xwe konferans dewlemendkirin. Li aliyê din di biwara cihbicihkirina xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê de jî gotar hatin pêşkêşkirin. Sê rojan di celseyên bi navê "Li hemberî Modernîteya Kapîtalîst, Modernîteya Demokratîk", "Teşhîrkirina Modernîteya Kapîtalîst", "Li dijî Kapîtalîzmê, Pîşesaziya Ekolojîk û Aboriya Civakî", "Bihurîna ji Astengên Teoriya Şoreşger", "Dersên ji Pratîkên Alternatîf" de minaqeşeyên bi beşdariya guhdaran jî bernameya konferansê dewlemendtir kir. Zanyara Hindistanî Dr. Radha D´Souza di axaftina xwe de îşaret pê kir ka çawa Rojava û têkoşîna gelê Kurd bi giştî li dor fikra azadiya civakê tesîrê dike li gelan û her weha li Hindistaniyan û hêviyê diafirîne. D´Souza nexasim tesîra Împeryalîzmê û destwerdana wê li dinyayê derxist pêş û girîngiya alternatîfên şoreşger jî bin xêz kir. D´Souza got, ji ber ku di civaka gundewarî ya li Hindistanê de hîna jî fikra "Komarên Gundan" yên beriya mîhtingeriya brîtanî li Hindistanê tesîrdar e, fikra xwerseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk pir bi dilê wê ne û gelek Hindistanî jî bi heman rengî difikirin. Wê xwest ku bîra berxwedana gelan li dijî kolonyalîzm û împeryalîzmê ji holê ranebe û weke mînak jî tevgera Gader û projeya wê ya "Azad Hindustan" a beriya bi sedsalî nîşan da.


‘Ne milkiyet lê muşterek’

Dr. Muriel Gonzales Athenas jî di biwara dîroknivîsandin, zanist û li derve hiştina jinan yan jî cudakeriya li dijî jinan de gotarek pêşkêş kir. Athenas bi gotara xwe îşaret pê kir ku bi awayekî qesdî jin li derveyî dîrokê, zanistê hatine hiştin û di çarçoveya fikrî ya vê helwestê de hîna guhertin nîne. Wê xwest ku alternatîf werin damezrandin. Silke Helfrich jî di biwara muşterekan (hemî) de weke alternatîfa têgihiştina milkiyetê pêşniyar kir. Helfrich got, ev pêvajoyek e û ne diyardeyek e, bi minaqeşaya mirov û civakan pêk tê û derfetê dide gihiştina mekan û navgînên hilberînê.  


‘Mirovê niha hay ji koletiya xwe nîne’

Antropologê navdar David Graeber ji LSE jî behsa tşgihiştina koledariyê kir û got, berê koleyan bi rewşa xwe dizanî, ew bîrewer bûn ku ew kole ne, halê hazir roja me ya îro modernîteya kapîtalîst kiriye ku ferdên kole bi koledariya xwe jî nizanim, lewra berê cihêtiyeke statuyê ya eşkere û xetdiyar hebû, îro xeyaleke azadbûnê bûye perde li ser vê koletiyê. 

Ji Kobanê girêdana bi rêya înternetê ya bi dîmen a fermandarên YPJ´ê jî moraleke mezin da beşdarên konferansê û kir ku slogana "Bijî berxwedan Kobanê" di hola konferansê de deng vede.

 

‘Serketina Kobanê ya Atîna ye’

Yek ji gotarên din ên balkêş ya Dimitris Roussopoulos civîna "bêexlaqan" a li Davosê bi bîr xist, behsa forûma cîhanê ya dawî a li Tûnisê kir û got, "bawer bikin em ne tenê ne". Roussopoulos paşê behsa raperîn û tevgera xwendekar û ciwanan a li bajarê Kanada Montrealê kir. Wî îşaret pê kir ku ji 2012´an û vir ve ji vê tevgerê hat ku du hukûmetan ji desthilatdariyê bixîne û got, "Hêza meydan û kolanan heye". Wî her weha îşaret pê kir ku li bi vê tevgerê re li Montrealê xwerêxistinkirina civakê bi pêşketiye bi rêya meclîsan û êdî li van meclîsan ne bi tenê nîqaş tên kirin, biryar jî tên stendin û têkiliyên civakî û cîrantiyê jî ji nû ve tên sêwirandin. Li gorî Roussopoulos bi vî awayê meydanên siyasetê yên bajêr ji nû ve siyasî dibin. Herî dawî Roussopoulos banga hevgirtina û piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re û berxwedana Yewnanistanê li dijî ferzên siyaseta neolîberal kir: "Serketina Kobanê ya Atînayê ye, ya Atînayê jî ya Kobanê ye." 


 NAVENDA NÛÇEYA