KCK’ê Şoreşa Rojava pîroz kir û got, ”Şoreşa Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, êriş çiqasî giran dibin bila bibin wê zanibe li ber xwe bide; wê her tim bibe hêviya gelên Rojhilata Navîn û dinyayê.” Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, ”Di salvegera 8’an a şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, şehîdên ku di pêkanîn û parastina vê şoreşê de canê xwe feda kirin bi minet û rêzdarî bi bîr tînin, ji xaziyên şoreşê re jî di jiyana wan a têkoşînê de serketinê dixwazin. Şoreşa Rojava ku 19’ê Tîrmeha 2012’an li Kobanê dest pê kir û piştre li bajarên Rojava hemûyan belav bû, weke şoreşa herî mezin a li Rojhilata Navîn ji niha ve cihê xwe di dîrokê de girtiye. Em, yên ku ev şoreş pêk anîne careke din pîroz dikin.” Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Şoreşa Rojava bi karê mezin ê 20 salan ê Rêber Apo yê li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, li ser bingeha paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê hate afirandin.” Li Rojhilata Navîn bibe mînak Şoreşa Demokratîk bi bîreweriya Neteweya Demokratîk li hemû Sûriyê berbelav bûye û bûye hîmê demokratîkbûna Sûriyeyê. Ev karakterê wê yê demokratîk bûye hedefa êrîşa dewleta Tirk a paşverû û faşîst. Şoreşa Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku xwedî wê hêzê ye, êriş çendî giran jî bin wê zanibe li ber xwe bide; wê her bibe hêviya Rojhilata Navîn û gelên cîhanê. Gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên li hemû cîhanê li rex Şoreşa Rojava ne. Hêza berxwedanê ya Şoreşa Rojava bêhempa ye. Di vê çarçoweyê de Şoreşa Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ya ku li ber xwe dide wê êrişên hemû hêzên paşverû bişkîne, wê Sûriyeyê bike welatê ku bi demokratîkbûna xwe li Rojhilata Navîn bibe mînak.” n ANF/BEHDÎNAN