
Meclîsên Yekîtiya Star
Jin ji bo xwe bi rêxistin bikin bi alîkariya rêxistina Yekîtiya Star li gund û bajaran dest bi avakirina Meclis û komînên xwe yên tayebet kirin û bi rêya van meclisan xebat û çalakiyên xwe birêve birin û hewil dan ku hemû jinên di nava civakê birêxistin bikin da ku tu jin derveyî rêxistinê nemîne. Ev meclis bûn cihê zanist û perwedeya jinê û çareserkirina pirsgirêkên wê. Her komînek ji 7 ta 11 kesan pêk tê, meclisên taxan ji kantona pêk tên û meclisa bajêr jî ji meclisên taxan pêk tên û ji koma meclisên bajaran meclisa bilind a Yekîtiya Star a Rojvayê Kuristanê pêk tê.
Navendên perwerdeyê
Yekîtiya Star li herêm û bajarên Rojvayê Kurdistanê heta niha 22 navendên Zanist û Perwerdeya Jinan vekirine, ev navend bûne navendên civakî û bi alîkariya Komîteyên lihevhtinê û Dadgeha Gel pirsgirêkên jinan ên cuda çareser dikin. Her wiha li van navendan jin bi rêya dewreyên perwerdeyê, civîn û semînaran derbarê mijarên cuda de têne perwerdekirin. Navendên jinan li kêleka perwerdeya ramyarî kursên perwerdeya pîşeyî lidar dixe û jinan hînî gelek pîşeyan dikin. Li gorî çavkaniyên Navendên Zanist û Perwerdeyê mehane li van navendan nêzî 30 doz têne şopandin. Di sala 2013`an de nêzî 10950 doz li van navendan hatine qeyd kirin.
Bi komîteyan kar dikin
Navendên Zanist û Perwerdeya Jinê ji komîteyên cuda pêk tê, komîteyên mîna lihevhatin, Hiqûq, arşîv, ragihandinê ku her yek bi kêmanî ji 3 endaman pêk tê kar û barên jinan birêve dibin. Komîteya lihevhatinê ji jinên ku di nava civakê de têne nas kirin pêk tê, ev komîte pêşwaziya jinan dike û pirsgirêkên wan dişopîne û çareser bike. Endamên komîteyan ji bo ku karibin kar û barên xwe bi rêk û pêk birêve bibin li akademiyên Hiqûqê tevlî dewreyên perwerdeyê dibin.
Akademiyên Star
Bi armanca avakirina civaka siyasî û exlaqî û ava kirina kadroyên pispor û bilindkirina têkoşîna jinan, sê akademiyên perwerdeyê yên bi navê Adademiyên star yên Ramanê li herêmên Rojvayê Kursdistanê hatin ava kirin û gelek dewreyên perwerdeyê lidar xistin. Li bajarên Rimêlan, Kobanê û Efrînê Akademiyên Star yên Ramanê hene. Komîteyên taybet li van akademiyan dewreyên perwerdeyê lidar dixin. Di sala derbasbûyî de li van akademiyan dewreyên perwerdeyê yên endamên Meclisa Yekîtiya Star, Saziya Zimanê Kurdî, Jinên Suryanî, Jinên Partya Yekîtiya Demokratîk û jinên Endamên Hêzên Asayişê hatine lidar xistin.
5. kongreya Yekîtiya Star
5. kongreya Rêxistina Yekîtiya Star di pêvajoya şoreşa Rojava de hate lidar xistin, lewma şoreşa Rojava wek şoreşa jinan hate nirxandin. 350 delegeyên ji meclisên yekîtiya Star yên herêmên Rojvayê Kurdistanê û gelek nûnerên yekîtiyê yên li Europa û Libnanê beşdarî kongrê bûn. Di kongreyê de xebatên rêxistinê hatin nirxandin û ji bo demên pêş biryarên girîng hatin girtin. Derbarê biryarên ku hatine wergirtin de endama rêvebiriya Yekîtiya Star Dicle Serêkaniyê da zanîn û wan Sistema komîn û meclisên jinan li hemû herêman bicîh anî û ji sedî 80% jin bi rêxistin kirin. Her wiha Akademî û Navendaên Zanist û perwerdeyê jî kar û barên perwerdyê birêve dibin. Serêkaniyê da zanîn ku wan ji bo danasîna xebatên rêxistinê Komîteya Têkiliyên Diplomasî ava kirine û wan di vê derbarê de gavên girîg avêtine. Meha kanênê ya sala 2013`an navenda Komîteya Têkiliyên Diplomasî hate vekirin û gelek xebatên diplomasî li dewletên mîna Sûriyê, Misir, Tûnis û Lîbya birêve birine.
Insiyatîfa Jinên Sûriyê
Bi armanca Yekîtiya Jinên Sûriyê û bilindkirina asta têkoşîna wê di nava şoreşê de, li ser banga Yekîtiya Star Insyatîva Jinên Sûriyê hate ava kirin û gelek çalakî lidar xistin. Serêkaniyê derbarê Insiyatîvê de ev tişt anîn ziman:" Insiyatîva Jinên Sûriyê dê ji bo rêberiya civakê û avakirina Sûriya demokratîk rola pêşengiyê bilîze." Insiyatîvê ji amadekarên civîna Cenevre-2 re nameyek şand û xwest ku roleke çalak ya jinan di civînê de hebe. Insyatîva Jinên Sûriyê bi Yekîtiya Star re gelek çalakî lidar xistin, endamên Insyatîvê tevlî çalakiyên roja têakoşîna li dijî tundiya li ser jinan bû, her wiha li dijî Fetwayên komên çete ku jinên Rojava yên Kurd û Xirîstiyan li xwe helal dikin daxuyanî weşandin.
Ji bo jinan projeyên aboriyê
Bi armanca pêşxistina aboriya taybet a jinan, rêxistina Yekîtiya Star Komîteya Aborî ava kir, komîteyê jî gelek projeyên aborî yên jinan li seranserî Rojavayê Kurdistanê ava kirine. Yekîtiya Star di kongra xwe ya 5. de jibo ava kirina aboriya jinan û vekirina projeyên aborî biryarên girîng girtin, li ser van biryaran rêxistinê heta niha ji 500 jinan re derfetên kar peyda kirine.
Kargehên aboriyê vekirin
Ji projeyên ku hatine vekirin kargeha çêkirina berikan ya bi navê "Koçerîn" li bajarê Dêrikê û kargeha dirûtina Cilan ya bi navê "Warşîn" li taxa Cirnikê ya Qamişlo ku 20 jin tê de dixebitin. Her wiha li bajarê Qamişlo kargeha şêranî yan bi navê Avrîn, li bajrê Amûdê kargeha Trîko, li bajarê Serêkaniyê Firina bi navê Waşokanî û li bajrê Kobanê jî kargeha dirûtinê ya bi navê Amarkî hatin vekirin.
Di warên eskerî de gavên girîng
Yekîtiya Star di kongreya xwe ya 5. de da zanîn ava kirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Asayişa Jinan du destkeftiyên istratejîkin û ev herdû sazî dê jinan biparêzin û mafên wan misoger bikin. Yekîtiya Star di gelek mijaran de amadekariya projeyên girîng dikin. di vê derbarê de Endama Rêvebiriya Yekîtiya Star Dicle Serêkaniyê diyar kir ku ew hewil didin di demên pêş de Dadgeha Taybet a Jinan vekin, ji ber ku jin dikarin pirsgirên xwe têbigihên û çareser bikin. Di mijara zanist û perwerdeyê de jî Serêkaniyê da zanîn ku ew hewil didin jinan bighînin asta profesyonaliyê da ku karibin di hemû aliyên rêxistinî, rêvebirî û abûriyê de xebatê xwe yên taybet bi rêve bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN