Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi armcanca nirxandina rewşa herêmê û Rojava civîna gel lidar xist. Civîn bi tevlîbûna dehan kesî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevsroka PYD'ê Asya Abdulah axivî û bal kişand ser rewşa dawî ya herêmê û Rojvayê Kurdistanê. Asya Ebdulah, got ku şoreşa Rojava hemû pêkhateyên herêmê kirine yek û di ecamê de hemû pêkhateyan rêveberiya xwe ya xweser ava kirin. Asya Abdulah da zanîn ku dîroka gelê Kurd di herêmê de kevnare û ev yek bû sedema ku gelê Kurd karibe hemû pêkhateyan bighîne hev û yekîtiya gelan damezirîne. Abdulah, bibîr xist ku tevgera Azadiya Kurdistanê bi dehên salan kar û xebatên siyasî, civakî û leşkerî meşandine û tevlî ku hemû aliyî dixwazin destkeftiyên gelê Kurd binpê bikin, lê car de gelê Kurd bi hemû derfetên xwe li ber xwe didin û parastina deskeftiyên xwe dikin. Di dawiya axaftina xwe de Hevseroka PYD'ê Asya Abdulah got ku şoreşa Rojava hemû pêkhatyên herêmê gihandine hev û bû sedema ku pêkhate rêveberiya xwe ya xweser ava bikin û parastina destkeftiyên xwe bikin. Di dawiya civînê de Abdulah bersiva pirsên beşdaran da.
SERÊKANIYÊ