
Ehmed ŞEXO*
Piştî destana Kobanê, ji aliyên dostên kurdan ve 1’ê Mîjdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate îlankirin. Gelo Şoreşa 19’ê Tîrmehê di rewşeke çawa de dest pê kir, destana Kobanê di rewşeke çawa de pêk hat û piştî destana Kobanê rewşa bajarê çawa ye?
Gelek sedem hebûn ku li Kobanê Şoreşa 19’ê Tirmehê dest pê bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cara ewil di Kobanê re derbas bû û deriyê Rojava vekir. Kobanê xwedî şansek bû ku Ocalan li vir ma û bandoreke baş li ser gel hişt. Bi vê re rêxistina tevgera azadî a Rojava dîsa li Kobanê pêk hat. Li Kobanê beriya niha jî zemîna welatparêziyê hebû, lê piştî van bûyeran li Kobanê welatparêzî xurtir bû. Şehîdê tevgera azadiyê yê yekemîn jî bi navê Fîraz û şehîda jin a yekemîn bi navê Dîcle ji Kobanê derketin.

Derxistina BAAS’ê ji Kobanê
Cografyaya Kobanê demeke dirêj ji aliyê rejîmê ve hatibû dorpêçkirin. Rejîma BAASê dixwest li dora Kobanê Kemera Ereb saz bike. Di encama dorpêçkirinê de zarokên Kobanê piranî koçberî derve bûbûn. Derfeta xwe îfadekirinê nemabû. Tevî zilm û zoriyê Kobaniyan dest ji çand, huner û azadiya xwe berneda. Ji ber ku gelê Kobanê girêdayî axa xwe bû, nehişt li vir kemer were sazkirin. Tu car destûr nedan ku biyanî werin axa wan dagir bikin.
Bi destpêkirina şer, hêza me siyasetê baş xwend û xeta sêyemîn da pêşiya xwe. Siyaseta li ser esasê hêza xwe û li gora berjewendiyê gel şopand; nebû alîgirê hêzên din. Esasên parastina gel û axa welat da diyarkirin. Ji bo vê jî rêxistina civakê hate çêkirin; meclîs hatin avakirin. Di nava van meclîsan de komîteyên ku dikarin li ser erdê kar û xebatê bikin hatin avakirin. Weke mînak; komîteyên parastinê, komîteyên xizmetê, yên çareserkirina pirsgirêkên gel, yên dadê û her wiha di her alî de xurt hatin avakirin. Nehiştin ku saziyên dewletê yên li Kobanê bixebitin. Tu carî serdana gel li rejîmê çênebû. Hemû kar komîteyên ku hatin avakirin bi rê ve bir. Wê jî hişt ku fonksiyona rejîmê li Kobanê nemîne. Bi vî awayî rejîmê BAASê tenê di nava çar diwaran de weke şekil mabû.
Rihê welatparêziyê Kobanê rizgar kir
Beriya ku DAIŞ êrîş bibe ser Kobanê, di Tirmeha 2013’an de çeteyên ku xwe weke Artêşa Azad a Suriyê binav dikirin di ser Girê Sipî re êrîşê Kobanê dikirin û piştre êrîşên xwe berfireh kirin. Gava êrîş hatin ser Kobanê, hêzên YPG û YPJ pir kêm bûn, derfetên me yên çekan jî gelek kêm bûn. Lê Komîteya Parastinê li hundirê bajêr û gundên dora Kobanê rola xwe baş leyîst. Li gel Komîteya Parastinê komîteyên din jî amadekariyên xwe kirin û bi moralekî gelekî bilind cihên xwe di çeperên şer de girtin.
Piştî êrîşên mezin, biçûk heta mezinên Kobanê jî xwe di nava parastina Kobanê de dîtin. Êrîşan nêzî du salan berdewam kir. Piştî êrîşên Artêşa Azad a Suriyeyê, yên DAIŞê jî dest pê kir. Nav DAIŞ bû lê hemû hêzên dijminê gelê kurd di nava wan de cîh digirtin. Di bin kincên DAIŞ de Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye û her wiha yên ku berjewendiyên xwe li Kurdistanê hene, ên ku nedixwestin Rojavayê Kurdistanê bibin desthilat û xwedî maf, êrîş anîn ser bajarê.
Bi ya wan, Kobanê di nava Rojava de cîhê herî lewaz bû û dikarin desteser û dagir bikin. Wisa hesab dikirin ku bi dagirkirina Kobanê dikarin derbeyekê li Şoreşa Rojavayê bixin. Naxwazim bi kurahî têkevim nava berxwedan û têkoşîna Kobanê. Ji ber ku hemû dinya dît ku li Kobanê çi destan hate nivîsandin. Dinya tevahî gihîşt heqîqeta şervanên ku li Kobanê berxwedan û destanên dîrokî tomar kirine.

Pozîsyona rêvebirên Kobanê û ya min
Bi giranbûna êrîşan dema ku êdî şervanên YPG û YPJ bûn mertal ji bo ku bikaribin sivîlan biparêzin, weke meclîs me jî jî biryar girt ku hin rêvebir derbasî Bakur bibin, hinek jî bikevin nava berxwedanê. Me kir ku wendahiyên mezin dernekevin holê.
Ez jî weke şexs li Kobanê mam û ketim nava parastina Kobanê. Min jî di nava berxwedana Kobanê de cîh gîrt û birîndar bûm. Rewşa rêveberiyê li ser şervanan bandorek erênî çêkir. Wan ji me û me jî ji wan moral girt. Ez dikarim bêjim di wê rewşê de biryara ku me girt, ji her aliyan ve baş bû. Rêvebirên ku derbasî Bakur bûn, li wir gel rexistin kirin û hiştin ku bi sedan ciwan vegerin Kobanê û di nava berxwedanê de cih bigrin. Beşê ku di nava Kobanê de mayî, bi tevahî kar û xebatên ku ji wan hatî xwestin kirin. Ji bo pêwistiyên şervanan, ji bo veşartina şehîdên berxwedanê û ji bo rêkûpêkkirina karên din xebitîn. Dîrok şahîdê vê yeke ye, gelek endamên me canê xwe dan di oxira azadiyê de û gelek endamen me jî di vê berxwedanê de gazî bûn.
Serketina Kobanê, serketina projeya Xweseriya Demokratîk bû
Gava bajêr ji sedî heştê ket destê çeteyan û tenê du tax di dest me de ma jî biryariyekî berxwedanê li gel her kesî hebû. Me her tim dengê çeteyan dibihîstin, rojê bi sedan bombe li ser me de dibariyan. Tevî van dijwariyan di hizra tu kesî de derbas nedibû ku Kobanê wê bikeve an jî wê paş de gav were avêtin. Li ser banga Rêber Apo ya seferberiyê her kes berê xwe da Kobanê. Dema Kobanê tenê xwe nehiştin, moral û biryar hîn xurtir bû, gel rabû ser piyan û êdî ne mumkûn bû ku encam neyê standin.
Rastiyek derketibû holê ku ketina Kobanê, ketina hemû kurdan bû. Û serketina Kobanê jî wê bûba serketina hemû kurdan. Me baş dizanî ku serketina Kobanê, serketina projeya Serok Apo ya Xweseriya Demokratîk e. Her çiqas şer giran dibû, bawerîya şervanan jî xurtir dibû. Bi taybetî jî şerê herî giran a roja 29’ê Mijdarê hate jiyîn û deriyê sînora ji aliyê Tirkiyê ve êrîş hat kirin jî moral û motîvasyona şervanan neşikest. Mîna Omer Muxtar lingên xwe li hember tankê Îtaliyan zincîr kir, hevalên me yên di tepeya Dolê de jî biryara paşde vekişanê red kirin û gotin, “Tankên dijmin ser canê me re derbas bibin jî em paşve nakişin, Kobanê bernadin”. Bi vê bîr û baweriyê Kobanê serket.
Serketina Kobanê ji roja 29’ê Mijdarê diyar bû
Serkeftina Kobanê ji zû ve diyar bû. Roja 29’ê Mijdarê çeteyan hemû derfetên xwe kar anîbûn û nekarîbûn bihostekê pêş ve biçin, piştî wê êrîşê êdî roj bi roj çeteyên DAIŞ’ê lewaz bûn û paşde gav avêtin. Êdî xuya bû ku dûr yan nêzik, dê Kobanê biser keve. Coşa serkeftinê di wê demê de bi herkesi re çêbû. Dema ku kolan bi kolan, mal bi mal ji DAIŞ dihate rizgarkirin, moral hîn xurtir dibû. Dema 27’ê Çileyê 2015’an taxa herî dawî hat rizgarkirin, coş û moralê tevahî gelê Kurdistanê gihîşt astekî herî bilind. Lê coşa ku şervan û gelên Kobanê jiyan dikir, nayê jibîrkirin û nayê bilêvkirin. Hestekî weke ji nû ve rih pê hatina miriyekî bû. Ji ber ku ew serkeftinê roj bir roj jiyan kirin, kêlî bi kêlî şopandin û gelek bedel dan. Ew hevalên ku bûbûn perçeyek ji jiyana me, di oxira azadiyê de canê xwe dan nayên jibîrkirin. Bi rastî serkeftina Kobanê ewqas mezin bû ku ez nizanim vê vejîna nû bi çi rengî diyar bikim.

Pirsgirêkên Kobanêya wêranbûyî
Piştî serkeftinê gava gel vegeriya Kobanê û dema malên xwe yên wêrankirî temaşe dikir jî bi moralekî gelek bilind nêzîk dibû. Ji ber ku serkeftina dîrokî moral dida wan. Dema gel derbasî Bakur bûbû jî soza vegera axa xwe dikir û li ser soza xwe ma. Gelek bêderfetiyan ve rûbirû man lê dev jê bernedan. Şaredariyên Bakûrê Kurdistanê barekî gelekî mezin dan ser milên xwe û jî Kobanê re bûn alîkar. Kavil (enqaz) rakirin, mal ava kirin, barê me hinekî sivik kirin. Ev yek moral da gel. Tevî hemû bêderfetiyan meclîs dest bi karê xwe kir; xizmet da destpekirin. civîn li dar xist û rewşa Kobanê li gel re hate diyarkirin.
Rewşa îro
Îro rewşa Kobanê gelek hatiye guhertin. Ne tenê li gorî dema şer, li gorî dema rejîma berê jî rewş gelekî hatîye guhertin. Hem ji nû ve avakirina avahiyan hem jî rêxistinkirina gel gihîştiye asteke bilind. Tengasiyên ku berê gel dikişand, niha gelekî kêm bûne. Pêwîstiyên gel di hemû aliyan de tên peydakirin. Gava em Kobanê û tevahî Suriyê bînin ber çav, em dikarin bêjin Kobanê kantona herî pêşketî ye di aliyê peydakirina pêwîstiyan de.
Heta roja îro jî em rewşeke dorpêçkirî dijîn. Di aliyê pisporan de kêmayî heye. Di encama koçberiyê de gelek kes çûn Ewrûpa û deverên din û venegeriyan. Derfetên tunehî li holê ne lê karên şaredarî, rêveberî û saziyan kirine, ne kêm in; qet valatiyê nahêlin. Roja ku şer qediya heta roja îro li Kobanê tu teqîn çênebûye. Ji ber ku ewlehiya me gelek xurt e. Em dizanin valahî mirinî ye.
Di serketina Kobanê de rola Bakur
Yê ku Kobanê biser xist, Bakurê Kurdistanê ye. Eger em sedemên serkeftinê Kobanê bikin rêzê, ji sedî sed Bakurê Kurdistanê di rêza yekemîn de ye. Xebata ku Bakurê Kurdistanê ji bo Kobanê kirî, kesekî nekir. Sekna wan a li ser sînor, şandina zarokên xwe ji bo şerê Kobanê -ku bi sedan şehîd ketin-, li xwedî derketina koçberên Kobanê û rê vekirina şervanên ku li çiyayên Kurdistanê hatin tu carî nayê jibîrkirin. Heta em dikarin bêjin pêwîstî û lojîstîka şervanên Kobanê, ji aliyê gelê me yê Bakur ve dihat kirin. Lewra Bakurê Kurdistanê can da, xwîn da, piştgirî da, moral da, lojîstîk da.
Baldarî û elaqeya navneteweyî
Cîhanê temaşe kir ka Kobanê çawa dikeve. Eger armanca hêzên navnetewî parastina Kobanê bûbûya, nedihişt çeteyên DAIŞ’ê bihustekî jî nêzî Kobanê bibe. Di nava îtifaqekê de bûn. Piştî bîst rojan dema berxwedana dirokî deng veda, civata navnetewî jî neçar ma ku alîkar be. Lê ev alîkarî tenê şandina çekan û desteka hewayî ve bi sînor ma.
Me hêvî dikir piştî azadiyê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê piştgiriyek navnetewî were kirin, lê sozên ku hatin dayîn nehatin cih. Heta roja îro jî Kobanê bi imkanên xwe debara xwe dike û xwe ji nû ve ava dike. Welatiyan bi îmkanên xwe yên pir kêm mal û taxên xwe ava dikin. Ji êrîşên çeteyan dibîstan, kanalîzasyon, elektrîk û şebekeyên avê ji sedî 90 hatin ruxandin, mixabin me tu alîkariya navnetewî nestand. Hin saziyên navnetewî ji bo ku rûyê xwe sipî der bixin, hin pêdiviyên xwarinî anîn û dan gel, wekî din tu alîkarî nehatin. Kobanê bû kela berxwedanê, destan nivisand û bû rûmeta hemû mirovahiyê; li hember van bedelan jî pêwîst bû hêzên navnetewî jî xwedî li Kobanê derketana.
Li gel vê, beriya demekê dostanî mîna bi bajarên Durango û Guernîkayê hate çêkirin. Em hevî dikin ku bandorek erenî pêşeroja Kobanê û bajarên din bike. Ku ji destê me bê, em dixwazin hemû aştîxwazên dinyayê re hevdîtinan pêk bînin û dostaniyan xurt bikin. Kobanê bu nîşana berxwedanê, bû temsîla Kurdan di qadên navnetewî de û dema Kobanê tê gotin, gelê Kurd tê bala her kesekî.
Dîsa gelek ciwanên navnetewî hatin di berxwedana Kobanê de cîh girtin û xwîna xwe tevlî xwîna Kurdan kirin. Li ser vî esasî em li xwîna wan pakrewanan xwedî derkevin.
Îro erkeke exlaqî ye ku tevahî dinyayê xwedî Kobanê derkeve û bi Kobanê re dostanî girê bide. Em bi dostaniya wan bajaran gelekî kêfxweş in û amade ne ku hemû bajarên dinyayê re dostaniyên xwe deynin û xurt bikin.
Berxwedana Kobanê bi dawî nebûye
Xwedî derketina Kobanê li ser herkesî ferz kir ku bibe rojeke dirokî û 1’ê Mijdarê ji bo Kobanê hat veqetandin, da ku weke rojeke normal neyê derbaskirin. Divê berxwedana ku li Kobanê qewimî em jiyan bikin û hîs bikin. Di vê rojê de gerek e em ji dinyayê re bêjin, berxwedana Kobanê hîn bi dawî nebûye. Jiber ku êrîşên li ser Kurdan û li ser Kobanê hîn bi dawî nebûne, dewam dikin. Ji bo ku carek din rojên reş li ser Kurdan û mirovahiyê de neyên. Divê em berxwedana Kobanê nûjen bikin û careke din xwedî li berxwedanê derkevin û tevahiya mirovahiyê ji dijminê mirovahiyê rizgar bikin. Bi hezaran kîlometreyan ji hev dûr jî bin dilê me yek e. Em bi hev xurt in û bi hev hêz in. Heta hemû gel yekîtiya xwe xurt nekin, çi li Ewrûpa çi li welêt bin bi hev xwedî dernekevin, wê êrîşên hovane her tim li ser me bin. Encax dikarin bi yekîtiya navbera xwe êrîşan vala derxînin.
* Ev nivîs ji hevpeyvîna Erkan Guelbahçe
bi Hevserokê TEV-DEM’ê yê Kantona Kobanê Ehmed Şêxo re hatiye berhevkirin.