Bi siyaseta modern a kapîtalîst re civak ji karê birêvebirinê hatiye dûrxistin û wekî ku ew tenê karekî serdestane di hişê xelkan de hatiye bi cî kirin. Gorî ferasetê, xelk tenê wê were birêvebirin û îdarekirina dewletê jî, karê hinek komên ku xwe wek xwediyê dewletê dibînin e!..
Di encama vê yekê de îro rewşeke pirr ecêb li dar e; dewlet wek rêxistina serdestan bi navê xelkê difikire, bi navê wan dikeve şer û her tiştî qaşo sewa menfeata xelkê pêk tîne! Rabûn, rûniştin, xwarin, vexwarin, rindî, xerabî, bawerî, nasname çi ne û sînora wan heta ku ye, gişt girêdayî biryara dewletê ye. Û xelk jî wê tenê bi karê xwe re mijûl be, tu meseleyên civakî re eleqedar nabe; mîna kor, kerr û lalan wê li halê xwe re şikur bike!..
Lê wer xuya ye ku êdî ev kiras li xelkan nayê! Heta ku xelk di derbarê jiyana xwe de qirar û biryarên xwe bi xwe negirin û sewa pêk anîna wan bi xwe nekevin nava liv û hewldanê, bahsa siyaseteke rast jî nayê kirin. Sewa vê yekê jî divê xelk qedera xwe ji destê serdestan bistîne û jiyan û sibêroja xwe bi vîn û hişê xwe birêxistinî bike û bi rê ve bibe…
Li Misirê bûyerên ku ev çend rojin rû didin vê rastiyê careke din mîna dersekê radixe ber çavan. Di nava du salan de xelkê Misirî ev cara duduyane li hember zordestiyê radibe ser piyan û zordestan ji meydanê dûr dixe. Lê mixabin her du caran jî hinek komên din ên serdest ên bi dewletên Rojavayî yên mîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê re girêdayî, şoreş ji destê wan dizî. Dizek çû dizekî din desthilatdarî hilgirt destê xwe. Sala çûyî di cara yekê de şoreşa xelkê ji hêla Birayên Misilman ve hate fetisandin, di ya vê carê de jî arteş li ser şoreşa xelkê rûnişt. Û kes û komên kevin ên ku êdî tu hêviyê nadin xelkê, dîsa mîna xelaskaran tên pêşkêşkirin.
Motora pêvajoya ‘bihara Ereban‘, hêz û hêviyên xelkê yên wek demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê ye. Lê ev du an sê sal in xelkên Ereb bi guhertina aktorên desthilatdar têne xapandin. Ên çûyî jî, yên hatî jî gişt zilamên rejîma kevin a dîktatoriyê ne. Nav têne guhertin, lê zilm heman zilm e. Bona vê yekê, xelkên Ereb di serî de divê xwe ji feraseta serdestan rizgar bikin. Li ser jiyana xwe bi xwe bifikirin û bi xwe ji bo aramîkirina jiyanê pilan û projeyên xwe deynin holê, biryarên xwe bi xwe bigirin û pergala xwe ya demokratîk bi xwe ava bikin.
Niha pêvajo mîna şerekî sewa parvekirina desthilatdariyê tê meşandin. Jiber vê yekê jî mirov dikane bêje; heta xelkê Misirî şûna feraseta Birayên Misilman an jî arteşê pêşengiyekê nû ji nav xwe dernêxe, wê hemû hêvî û enerjiyê xwe di nava tevliheviyê de tune bike...
Di vê noqteyê de şoreşa Kurdan tijî ders e. Li Rojihalata Navîn, Kurd bi salan e, tenê bi hêza xwe ya serbixwe li hemberî êrîşên serdestên herêmî yên statûkoparêz û hêzên serkêş ên sîstema kapîtalîst giştan, li ser pê ne. Xelkên Ereb, bi taybetî jî Misirî divê xwedî li şoreşa xwe derkevin û nehêlin ku dizên navxweyî û yên derveyî li ser wê rûnîn û hêviya wan a sibêrojeke azad bifetisînin...
Şoreşên Ereban û derbeyên dizan!
Îro li seranserê cîhanê desthilatdar, siyasetê ji bo manîpulekirin û jibîrkirina pirsgirêkên civakî bikartînîn. Navgînên siyasetê jî ji bo rewakirina kirinên serdestan û berdewamiya rejîmên heyî tên xebitandin. Amûrên demokrasiyê ray, sandoq, hilbijartin û parlamento jî tenê ji bo heman armancê tê bikaranîn. Loma kengê serê desthilatdaran dikeve tengasiyê, bahsa sandoqê dikin û dixwazin bi vê yekê re rewatiya xwe îspat bikin. Û di encamê de jî kêfkirin tenê dibe para komên serdest û êşa pirsgirêkan a siyasetmedar derdixin holê jî tenê dibe para xelkê!..