
Hevalê têkoşînê yê Temel wiha qala wî dike:Mirov dikare di helbest û stranên hevalê Alî Temel de berxwedana li zindanan a bi Mazlûm, Çaran, Hayrî û Kemalan bilind bû û di roja me ya îro de ew berxwedana ku gihîşt bi milyonan bibîne. Ji bilî van tiştan mirov dikare di helbest û stranên hevalê Alî de zextên ku li ser dîlên azadiyê li zindana Amedê hatiye meşandin li hemberî wî berxwedana dîlên azadiyê yên PKK’yî jî bibîne. Hevalê Alî bi gotinên xwe yên bi sebir mirovan îkna dikir û ev jî dibû sedem ku di derdorê de hevalê Alî hêj bêtir bê hezkirin. Min hevalê Alî di sala 1991’an de li Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ya Stenbolê dît û di demek kurt de min ew nas kir. Hevalê Alî komeke di zindana Amedê de ava dike û bi wî komê re li zindanê ji rêhevalên xwe re skeç dide nîşandan û stranan digotin û bi vê yekê re moralên hevalê xwe her tim baş dihişt. Di nav zext û îşkenceyên giran ên dewleta Tirk a ku li zindana Amedê li ser dîlên azadiyê dimeşand de her tim bi helbest, skeç û stranên xwe di nava hevalên xwe de wekî çavkaniya moralê bû.
Hevalekî rûken bû
Hevalê Alî hem di nav hevalên li zindanê de hem jî di nava refên gerîlayan de hevalekî ku ji aliyê hevalan ve hatiye hezkirin bû. Li gorî gotina hevalên li wargehên azad jî hevalê Alî helbest, stran û bi skeçên xwe li çiyayên azad jî domandiye û ketiye nava dilê hevalên xwe. Di sala 1994’an de hêj ku şehîd neketibû beriya wî nêzî du salan li Eyaleta Mêrdînê bi awayeke şoreşgerek mezin di nava şer de cihê xwe girt. Alî Temel û hevalên xwe di nava cîhaneke mirovahî û azad de bi stran û helbestên xwe ji bo cîhaneke ku atmosfera îşkence û zilm û zordarî tune bibe têkoşiyan.
Ji vegotinên rêhevalan der barê hevalê Alî Temel de ev tê fêmkirin. Di dema sala 1980’an de bi darbeya leşkerî ya ku li Zindana Amedê gelek îşkence hatin kirin de, rêheval Alî bi destê xwe, devê xwe û pozê xwe yê şikandî bi sekna xwe ya rûbiken ji me hevalan re bû çavkaniya moralê. Ji ber ku dijmin ev sekna hevalê Alî didît dîn û har dibû û ev jî hêj bêtir dibû sedem ku ez ji hevalê Alî Temel hez bikim û xwe nêzî wî bikim.
Hevalê Alî Temel di helbesteke xwe de berxwedana li Zindana Amedê û soza ku dîlên azadiyê yên li zindana Amedê ji bo serkeftinê ji gelê xwe re dan wiha tîne ziman:
Amed
Em tu carî ji te nagerin
em te ji tu kesî re nakin yar
xort tev ketine dorê
sed bi sed, hezar bi hezar
qefle bi qefle
ewê îla te bigihînin te
wê te bikin bûka welatê xwe.
Hevalê Alî bi vê helbesta xwe soza xwe anî cih lê belê ji xwe re ev têkoşînê kêm dît û tevli nava refên Tekoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Beriya ku tevli refên azadiyê bibe bi Koma Çiya re kaseta bi navê ‘Rozerîn’ derxist û di nava kasetê de strana bi navê ‘Şitla Azadiyê’ bi awayekê solo vedibêje. Di jiyana nava bajaran de gelek caran di nava mîtîngan de wekî muzîkjen tevli bû. Demek kurt di rûpela ‘Ozgur Ulke’ ya çand û hunerê de xebitî. Piştî ku tevli refên azadiyê bû li wargehên azad ji aliyê şoreşgeran ve hat hezkirin. Di 13’ê tîrmeha 1994’an de li çoltara Şemrexê ya Mêrdînê têkoşer û rêheval Alî Temel di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da.
AMED