
Dr. Ferzende di roja berxwedaniya li hemberî zilmê ji dayik bûye û di meha Adarê ya berxwedêr de şehîd bû. Bi evînî şoreşgertî dikir û 27 salan li Kurdistan û çiyayên wê bi lehengî têkoşiya.
Şoreşger Dr. Ferzende (Ibrahîm Ehmed Hido) roja berxwedanî û rizgariya mirovahiyê ji zilma Dehakan 21`ê Adarê sala 1969`an li bajarê Laziqiyê yê Sûriyeyê ji dayîk bûye. Dr. bi eslê xwe ji gundê Şekatka yê girêdayî navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ye. Ew di malbateke welatperwer de mezin bûye.
Hîna zarok e, dilê wî mezin e
Dr. zarokekî dilpak, alîkarîker û di xwendina xwe de gelekî zîrek û jêhatiye ye.
Birayê wî yê mezin Mihemed Ehmed Hido wiha behsa wî dike: “Wî dikarîbû min têk bibe, lê belê dema ku zanîbû wê bi ser keve, xwe diavêt erdê û dihişt ez di lîstikê de wî bibim. Ji ber ku ez birayê wî yê mezin bûm, bi rêzdarî nêzî min dibûʺ.
Dr. Ferzende li bajarê Himsê yê Sûriyeyê xwendiye û bi şagirtê herî zîrek û jêhatî dihate naskirin. Şareza ye û ji zanistê hez dike. Hem dixwîne hem li dermanxaneyê dixebitê. Zaningeha doktoriya diranan a Himsê bi dawî dike.
Şehîd Ferzende dixwîne, ji zanistê hez dike û gelekî ji futboolê hez dike.
Dr. Ferzende, 20 salî ye dema dayîka wî ji ber nexweşiya penceşêrê wefat dike. Ew û xwişk û birayên xwe gelekî bandor dibin. Dilê wî ranake ku xwişk û birayên wî bêdayîk bijîn, ji ber wê jî li ser wan dimîne.
Salên notî tevgerê dinase
Dr. Ferzende sala 1988`an bi riya birayê xwe Dr. Selah Tevgera Rizgariya gelê Kurd dinase. Li Efrînê û Helebê jî dixebitê. Sala 1990´î hevalê wî yê zaroktiyê û xwendinê Endezyar Ferzende li ser destê leşkerên Tirk li çiyayê Kurdistanê şehîd dibe. Li ser vê biryarê dide ku riya hevalê xwe bide ber xwe û navê wî radike. Piştî ku tevlî nav refên Tevgera Rizgariyê dibe û diçe Cizîrê dibe. Perwerdeya bîrdozî û leşkerî dibîne û sala 1992`an derbasî çiyayên Kurdistanê dibe.
Dr. Ferzende heyanî sala 2004`an li çiyayên Kurdistanê têdikoşe û bi gurûpeke hevalên xwe re derbasî Rojava dibe. Aliyê siyasî û leşkerî de xebatê dide meşandin û di pêvajoya serhildana 12`ê Adarê de li Heleb û Kobanê di birêxistinkirina gel de xwedî rolekî mezin e.
Gerîla û doktor e
Şoreşger Dr. Ferzende li çiyan hem çek hem çenteyê dermanan radike û bi salan gerîlatiyê dike. Rê hevalê wî Ferzende Munzur ê li Kobanê pê re maye, kesayeta wî wiha da naskirin: “Dr. Ferzende her tim dixwest li qada çiyan û bi hevalên xwe re be. Ciyê wî di dilê hemû hevalên wî de hebû. Ew di şoreşgertiya xwe de ji bo me mînak bû.”
Dr. Ferzende 27 salan têkoşiya û roja 14`ê meha Adarê li çiyayên Kurdistanê ji ber ku dilê wî sekinî, jiyana xwe ji dest da.
FÎDAN ABDULLAH / NÛRHAT HESEN / ROJNEWS / EFRÎN