Li ser nave Tabûrên Şoreşgerên Arfadê Fermandar Muhenned Hesen daxuyanî da û got, "Piştî ku opozisyona Sûriyê ji hev ket û xeterên li ser hemû pêkhateyên Sûriyê zêde bûn, ji bo ku rê li pêşiya rijandina xwînê were girtin, em bi vegera li rêgezên rast ên Şoreşa Sûriyê bawer in.”
Hesen îşaret bi rengîniya li Sûriyê jî kir û got, Sûriyê bi pirrengiya xwe nîmûneya jiyana aşîtiyane ya hevbeş e û destnîşan kir ku Şoreşa Sûriyê di destpêka xwe de banga azadî, wekhevî û edaleta civakî dikir.
Hesen da zanîn ku piştî ku Hêzên QSD’ê li gelek cihan bi ser ketin û gelek herêm ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin û bûne cihê baweriya gelê herêmê, wan tevlîbûna xwe ya nava Hêzên QSD’ê ragihand.
Hesen di dawiya axaftina xwe de got, “ Em weke zarokên bajarokê Arfadê yê girêdayî herêmên Şehbayê, em qebûl nakin ku rijandina xwînê li herêmê ku jiyana hevbeş a pêkhateyên Kurd, Ereb û hemû pêkhateyan hedef digire, bidome. Em weke Tabûrên Şoreşgrên Arfadê, ji bo parastina herêmên xwe ji hemû êrişên li dijî projeyên demokrasiyê yên li Sûriyê, tevlîbûna xwe ya nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) radigihînin.”

Tabûrên Şoreşgerên Arfadê ji şêniyên bajarokê Til Rifatê yên ku ji kampên koçberiyê vegeriyane û dixwazin herêmên xwe li dijî êrişên çeteyan biparêzin, pêk tê. Hêzên QSD’ê bajarok di 15’ê Sibatê de ji çeteyan rizgar kiribû.


ANHA/EFRÎN