Welatiyên Binarê Qendîlê biryara Emerîkayê ya li ser sê şoreşgerên Kurd şermezar kir û got, ew şoreşgerên xwe nadin destê dijmin.

Her ku diçe nerazîbunên li dijî biryara Emerîkayê ya li dijî sê şoreşgerên Kurd Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkan zêde dibin. Nerazîbunek jî ji welatiyên Binarê Qendîl hat, welatiyên gundên Binarê Qendîlê çalakiyeke nerazîbunê kir û biryar şermezar kir.

Di çalakiyê de hevseroka şaredariya Binarê Qendîlê, Gulale Osman daxuyaniyek li ser navê Encûmena Gelê Binarê Qendîlê xwend.

Di daxuyaniya Encûmena Gelê Binarê Qendîlê de hat gotin: “

Her sê şoreşgerên Kurd ne tenê rêveberên PKK’ê ne, pêşengehên hemû şoreşa gelê Kurdistan û mirovahiyê ne. Ji bo vê pêwîst e gelê Kurd û dostên azadîxwaz li dijî vê biryara Emerîkayê bêdeng nemînin û helwêsta xwe nîşan bidin. Bila nebin hevkarê rejîma faşîst a Erdogan û dewleta dagirker a Tirkiyeyê. Em wek welatî û Encûmena Gelê Binarê Qendîlê vê biryara faşîstane şermezar dikin û li hemberî vê biryarê ne. Em pêşengehên xwe nadin destê dijminên gelê Kurd û Kurdistanê.”

Nebin hevkarê dijmin

Encûmê di dawiyê de bang li gelê Kurd û aliyên siyasî kir: “Nebin hevkarê dijmin û nebin beşek ji xiyaneta mezin a li dijî Kurdistanê. Divê her takek Kurd li hemberî vê biryara ne exlaqî raweste. Em careke din bang li Hikûmeta Herêma Kuridstan û Parlamentoya Herêma Kurdistanê dikin da ku helwêsta xwe li hemberî vê biryara eşkere bikin û êdî bêdeng nemînin.”

 

ROJNEWS/QENDÎL