Jinên gundê El-Feriz ê girêdayî Minbicê li şûna mazot û cereyên gazê, qirşik û êzingan di nava darên zeytûnan de komdikin û pêdiviyên xwe yên malbatê pêk tînin.

Têkildaîr mijarê dayîka bi navê Meryem Mihemed û bûka wê bi derketina tîrêjên rojê re amadekariya xwe dikin û deha hinekî roj bilind dibe û hewa gerim dibe, berê xwe didin nava darên zeytûnan û êzing û qirşikan berhev dikin.

Piştî barê xwe hazir dikin bi awayekî sîstematîk girêdidin û li ser pişta xwe dikin û tînin malê. Jin xwarinên xwe li ser wan qirşikan amade dikin û avê pê gerim dikin, her wiha ji bo gerimkirinê jî sobeyên êzingan pêdixin. 


 ANHA / MINBIC