NÛRHAT HESEN/ANHA/EFRÎN
Soz da ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî çeteyan şer bike û digot, "Ji bo ku ez neyêm jibîrkirin, ez dixwazim, tiştekî li pey xwe bihêlim" soza xwe pêk anî û di şerê parastina Efrîn û Şehbayê de şehîd bû.
Doh yekemîn salvegera şehadeta şehîd Rojhat Welat bû. Rojhat di 4`ê Îlona 2016`an de bi gelek rêhevalên xwe re piştî ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî gundê Til Qerah yê Kantona Şehbayê şer kir, şehîd bû.
Rojhat Welat di hevpeyvîneke bi ANHA´yê de digot, ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer bike. Rojhat soza xwe bi cih anî û heta şehîd bû jî li dijî çeteyan şer kir.
Şehîd Rojhat Welat li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku seferberî hate îlankirin, tevlî nava refên YPG`ê bû.
Bi qehremanî ji bo azadiyê şehîd bû
Rojhat Welat dema dijmin bi awayekî hovane êrîşî Kantona Efrînê kir, soza parastina deskeftiyên Rojava û gelê Kurd, da. Piştî şerê rizgarkirina gund û bajarokên Herêmên Şehbayê destpê kir, şehîd Rojhat tevî Hêzên Cebhet EL-Ekrad ên Hêzên Şoreşger şer dike, tevlî şer bû. Di wî şerî de bajarokê Menix û balafirgeha wê, Til Rifet û Kefernaya ji çeteyên artêşa Tirk û DAIŞ`ê hatin rizgar kirin.
Di 4`ê Îlona 2016`an de piştî ku Rojhat Welat bi gelek rêhevalên xwe re li hember êrîşên çeteyan li gundê Til Qerah yê Kantona Şehbayê sekinîn, şehîd bû.
Rojhat Welat beriya şehadeta xwe wesiyeta xwe ji malbata xwe re gotibû, wî dixwest bibe sembolek da ku ciwanên li pey wî, wî bibîr bînin, ji ber vê yekê naxwaze ku tu kes li ser wî bigirî.
Şehîd Rojhat Welat beriya tevlî nav refên YPG´ê bibe ji endamên çapemeniya azad bû. Piştre jî di nava xebatên ragihandinê li bûroya raghandina YPG`ê ya Efrînê cihê xwe di nava kar de girt, û di nava refên Cebhet El-Ekrad de şehîd bû.