Li Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê doh li sê navendan cenazeyên cangoriyan hatin veşartin. Li Kobanê cenazeyê şervanê QSD`ê Abdulqadir Mihemed (Masîro Qeremûr), li Şedadê şervanê YPG’ê Ebdullah Çaçan (Akîf) û li Dêra Zorê jî cenazeyê şervanên QSD’ê Hayil El-Mihemed (Şervan Teyana), Cafer Salih (Şiyar Şenan), Ehmed El-Hisên (Mûşrif) û Siûd El-Elî (Tirkî) hatin definkirin.
Di bin barana dijwar de hat veşartin
Li Kobanê ji bo şehîd Abdulqadir Mihemed (Masîro Qeremûr) li goristana bajêr di bin barana dijwar de merasîm hate kirin. Di merasîmê de hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Arif Balî û hevserokê Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk a Kantona Kobanê, Ehmed Şêxo axivîn. Piştî axaftinan girseya gel cenazeyê şehîd bi dirûşman spart axê.
Li Şedadê cenazeyê şervanê YPG’ê Akîf hate veşartin
Li navçeya Şedade ya ser bi Hesekê jî cenazeyê şervanê YPG’ê Ebdullah Çaçan ê di Pêngava Bagera Cizîrê de li herêma Dişîşanê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Şedadê hat veşartin. Di merasîmê de yek ji Fermandarên YPG’ê Mecîd Şedadê axivî û got, “Em ê heta dawiyê şopdarê rêya şehîdên xwe bin.”
Li Dêra Zorê cenazeyê 4 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’
Bi sedan welatiyên Dêra Zorê, cenazeyê şervanên QSD’ê Hayil El-Mihemed (Şervan Teyana), Cafer Salih (Şiyar Şenan), Ehmed El-Hisên (Mûşrif) û Siûd El-Elî (Tirkî) ên ku di demên cuda yên Pêngava Beragera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji herêma Sebha wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve birin.
Li goristanê, li ser navê QSD’ê jî Fermandar Yûsif El-Hemze axivî û got, “Em bejna xwe li ber şehîdan û dayikên wan ditewînin. Wekî hevalên şehîdan em soza temamkirina armancên wan dubare dikin. Em ê alayên aşîtiyê li her deverî hildin.”
Piştî axaftinan wesîqayên şehadetê yên şervanan hatin xwendin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.
NAVENDA NÛÇEYAN