
Şanda parlamentoya Herêma Kurdistanê ya ku heftiya borî serdana bakûr û rojavayê Kurdistanê kirî, di daxuyaniyeke çapemeniyê de encamên serdana xwe ragihandin. Şanda parlamentoyê diyar kir ku wê tevlî avakirina Kobanê bibin.
Îro şanda parlamentoya Herêma Kurdistanê ya serdana bakûr û rojavayê Kurdistanê kirî, li parlamentoyê civîneke çapemeniyê lidarxistin. Endamê şandê û parlamenterê YNK’ê Salar Mehmûd di civîna çapemeniyê de wiha got: “Serdana wê şanda parlamentoya Kurdistanê fermî bû û bi ala Kurdistanê hat encamdayîn. Armanca wê serdanê çêkirina hemahengiya di navbera başûr û bakûrê Kurdistanê de bû.”
Salar Mehmûd di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Armancekî din a wê serdana me hewldanên ji bo lidarxistina konferansek ji bo rêxistinkirina erk û hevpariyên navbera me de bû.”
Dema Kongreya Neteweyî ye
Parlamenterê YNK’ê bal kişand ser Kongreya Netewî û di vê derbarê de wiha got: “Me ligel partiyên bakûrê Kurdistanê li ser lidarxistina Kongreya Netewî guftûgo kir. Pêşniyar hat kirin ku ji bo lidarxistina Kongreya Netewî parlamento însiyatîfê bigre destê xwe. Emê ji niha de ji bo ev mijar li parlamentoyê bikeve rojevê, bikevin di nava hewldanan de. Ji ber ku ti bihaneyek ji bo taloqkirina wê nîne. Pêwîste peywendiyên navbera parçeyan de bê xurtkirin.”
Derbarê serdana şanda parlamentoyê ya ji bo Kobanê jî wiha got: “Piştî rizgarkirina Kobanê cara yekemîn şanda parlamentoya Kurdistanê bi fermî serdana Kobanê kir. Sedî 80’ê avahî û xaniyên Kobanê hatine hilweşandin û teqandin. Lewra ji niha de pêwîstî bi amêrên pêşketî yên ji bo lêgerîna bombeyan heye.”
Emê tevlî avakirina Kobanê bibin
Di vê derbarê Salar Mehmûd wiha got: “Çar aliyên Kobanê bi şer hatine azadkirin. Me spasiya pêşmergeyên ku li Kobanê ligel şervanan bûn kir. Divê navê wan pêşmergeyan ji bo dîrokê were nivîsandin.”
Parlamenterê YNK’ê Salar Mehmûd derbarê avakirina bajarê Kobanê de jî wiha got: “Me soz daye Kantona Kobanê, çawa me biryara şandina pêşmergeyan daye; emê li parlamentoyê biryar bidin ku tevlî avakirina Kobanê bikîn. Em daxwaz dikin ku civata navneteweyî li hewara avakirina Kobanê biçe. Heta duh 450 şehîd li Kobanê hatine dayîn û paqijkirina gundan a ji çeteyan berdewame.”
HANA AZAD/ANHA/HEWLÊR
Derbasî Kobanê bûn
Hevşaredarên Şirnex û navçeyên wê, alîkariya ji 11 qemyonan a xwarinê anîn Pirsûsê û ji bo tevkariya xwe ya li jinûve avakirina Kobanê binirxînin derbasî Kobanê bûn.
Alîkariya xwarinê ya ji aliyê Şaredariyên DBP'yî yên bajarê Şirnex û navçeyên wê ji bo Kobaniyên li Pirsûsê hat berhevkirin, ji aliyê 12 Hevşaredaran ve radestî rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava hat kirin. Hevşaredarên Şirnexê bi 11 qemyonên ji barê alîkariyê hatin xeraja Şaredariya Pirsûsê. Li ser navê Hevşaredaran Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan daxuyaniyek da û got, "Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê, hem weke Şaredarî hem jî weke gel em amade ne bi dil û canê xwe berpirsyarî û barê dikeve ser milê xwe hilgirin."
Hevşaredara Pirsûsê Zûhal Ekmez a alîkariya ji Şirnexê hat teslîm girt got, "Alîkariya Şaredariyên bajar û navçeyên Şirnexê girîng e û em li bendê ne ku alîkariyên bi vî rengî ji aliyê her kesî ve werin kirin."
Hevşaredarên Şirnexê dûre Şaredariya Pirsûsê ziyaret kirin û ji bo di mijara ji nû ve avakirina Kobanê de bi rayedarên Kantonê re hevdîtinê bikin, derbasî Kobanê bû.
RIHA