Bawer çawa dest bi rojnivîsên xwe kiriye wiha tîne ziman: "Ji zaroktî ve hezkirina min a rojnivîsandinê heye. Êdî rojnivîsandin bûye perçeyek ji jiyana min. Her çiqasî berxwedaniya YPG û YPJ'ê bûye para dîrokê û her kes bû şahidê vê berxwedanê, lê belê min xwest ku ez li ser wan hevalên xwe yên ku bi ruhekî fedayî bi ser çeteyên DAIŞ’ê ve diçin, birîndar dibin û şehîd dikevin, binîvsînim. Min xwest ku ew şev û rojên ez bi hevalên xwe re di çeperên berxwedanê de derbas dikim, binîvsînim. "
Dema Gilîdax lênûsa xwe derdixe hevalê wê Berxwedan dixwazê helbestekê ji bo hevalên xwe yên Şehîd binîvsîne. Berxwedan beriya ku jiyana xwe jidest bide wiha ji hevalekî xwe yê tekoşer re dibêje: "Ji evîna dilê zarokên Kobanê re slav. Li hemberî çeteyên ku destûr nedan hûn li warê xwe bileyîzin û hûn neçarî koçberiyê kirin em ê şer bikin. Îro hevalê min ê Zerdeşt û Ezde şehîd ketin û navê wan di rûpelên dîrokê de hatine nivîsandin. Heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê em ê şopdarê riya wan bin. Berî ku em gavên xwe bavêjin hûn têne bîra me. Bi ruhê we bi ser armanca xwe de em diçin."

Bawer di rojnivîsên xwe de wiha dibêje: "Cihê ku min hertim xeyal dikir ez werimê ez hatim. Ji Serêkaniyê ez hatim Kobanê. Ez niha li çeperên berxwedaniyê dimînim. Bi moralekî mezin xwe ji bo çalakiyê amade dikim. Her çiqasî destê min ji pênûsa min qut nabin, lê belê em ê niha birêbikevin û biçin çalakiyê."



NEHÎR PALE/ANHA/KOBANÊ