‘Tirkiye operasyona Mûsilê dereng dixe’
Şengalî sedemê dereng ketina operasyona Mûsilê wiha anî ziman : “Li gor hinek agahiyên me, têkildarî kîjan hêz tevlî bibin û heya kû derê rol bilîzin, plansaziya wan hatiye çêkirin. Niha hêza wê tevlî operasyona Mûsilê bibin yên girêdayi hikûmeta Iraqê dij-teror, hêza taybet e. Heşd-el Şeebî ji ber hesasiyeta mezhebî li derva dimine, ew ê zêdetir parastina derve bike. Hêza pêşmerge ji ew ê nekeve nav bajêr, lê li derdora bajêr ew ê bixwazin hin deveran bigrin. Ne pêwist e mirov hemû tiştî bine ziman, lê plansazî bi xetên giştî derketiye holê. Wekî dinê ketina dewleta Tirk a Başîka operasyon dereng xistiye. Ji xwe ji ber rewşên siyasî dibe ev operasyon were taloq kirin. Ji ber ku dibe hilbijartinên DYA’yê bandor lê bike û bimîne piştî hilbijartinê.”
‘Destwerdana hêzên derve
dagirkerî ye’
Şengalî destnişan kir ku di rewşa îro de li ser Sûriye û Iraqê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn heye û wiha pêde çû : “Lê rê û rêbazên we tê guhartin, ji ber ve yekê hemû hêzên devre dixwazin tê de cîh bigrin. Ketina hêzên derve ji bo axa îraqê ji dagirkerî ye, ger gelên herêmê bi xwe beşdarî operasyonê bibe pisgirêkên xwe çareser bike, we demê rewş tê guhertin. Ji ber ku ew bi xwe bikin ew ê bibe bingehekî biratiya gelan û netewa demokratîk. Lê destwerdana hêzên derva ew ê dagirkerî û pêşeroja gelan bixe xeterîyekî mezin de.”
‘Soza me heye’
Şengalî got ku YBŞ hêzêkî vê xakê ye û mafê wan e ku ew xaka xwe rizgar bikin, tevlî operasyonan bibin û wiha domand: “Wekî dinê ji gelek dîlên me li Mûsilê li derdora wê ne. Di dema damezrandina YBŞ’ê de ji wekî hêza YBŞ‘ê sozekî me hebû û di rêziknameya me de ji heye, ji bo em wan dîlên xwe xelas bikin, li kû derê dibe bila bibe emê li hemberî çeteyên hov yên DAIŞ’ê şer bikin û ne tenê li Mûsilê, pêwist bike emê biçin Reqqa, Dêrezor û her derî bi kurtasi li kudere dîlên me hebin mafê me ye ku em biçin wan dayik û xwişkên xwe rizgar bikin.”
‘Ji bo tevlîbûna operasyonê çi hêz me eleqedar nake’
Her wiha Şengalî da xuyakirin ku hin herêmên wan di destê DAIŞ‘ê de ne, ew ê wan dera jî rizgar bikin û wiha peyivî: “Li vê heremê tenê ne gelê me heye, gelê Ereb heye, niha hêza Şemîrî hene, em bi hevre di nava tifaqê de ne. Emê hemû heremên xwe bi hevre rizgar bikin. Ji bo biratiya gelan û sîstemekî nû tevlîbûna me giring e. Nexwe ewê wekî berê şerên mezhebî û gelan derkeve. Ji ber vê ji tevlîbûna me şert e. Hêzên din bixwazin nexwazin Hikûmeta Merkezî yan ji herêmî û koalîsyon bixwaze nexwaze ew me eleqedar nake, ya me eleqedar dike rizgar kirina herêmê ye û emê rizgar bikin jî. Li ser vê esasê em xwe amade dikin hêzekî me ye mezin amadeye, were xwestin emê bi planên xwe bikevin tevgerê û tevlî operasyonan bibin.”
RIZGAR DENÎZ-DELÎLA DÎLAN
ROJNEWS/ŞENGAL