Xanê Yildiz a 70 salî jî ji çalakgerên Meşa Dirêj a ji Mannnhemê ber bi Strasbourgê ve ye. Dayika Xanê ji Dêrika Çiyayê Mazî ye. Gava ku hêzên dewleta Tirk ên dagirker wan ji gund derdixin, ew xwe li Wêranşar pêşî digirin. Li Wêranşar tiyê wê tê şehîdkirin û li wir jî star ji wê û 2 kurên wê re namîne û berê xwe dide Izmîrê. Li Izmîrê kurekî wê tevlî nav refên gerîla dibe. Li ser vê polîs êdî rehetiyê jê re nahêlin. Piştî kurê wê şehîd jî dibe, polîs bela xwe ji wê venakin. Payîza 1999´an pena xwe digihîne Ewrûpa bi gotinên wê,”mal û milk jî nema, giş şewitandin, me destê xwe xist bin çengê xwe û em hatin Ewrûpa“” Axir hîna jî tê bîra wê ku “zilam” wê, tiyê wê, û 2 kurên wê bi mehan li Mêrdînê êşkence dikirin. Niha jî du neviyên wê li nav refên gerîla ne. Ji bo sedema xwe ya tevlîbûna meşa dirêj jî dibêje, “Dîsa jî stara me nebû. Em hatine vir. Serokê me girtine.
Ma em ne ji bo Serok dimeşin!
Ha emrê min bûye 70 sal. Lê heta ku demara sax di laşê min de hebe, ez ê bişixulim. Çend caran fotografê Serok ji min standin polîsan. Min got, hûnê çi bikim malmîratino, ez dayikeke 70 salî me. Du-sê caran mektûb jî şandin, min tiştik neda wan. Min got, hûn çi dikin bikin. Ez natirsim ji wan. Me sozek daye Serok, me sozek daye şehîdên xwe, gerek em li ser soza xwe bin. Ê min, ez ji ser soza xwe danayêm. Hetanî demarê sax hebe, ez bi Serok re me. Bi soz, bi soz û bi soz ez bi van şehîdan re me. Hevalên me yên di birçîbûnê de ez silavan li wan dikim. Hevala Leyla va bû 97 roj di grevê de ye. Ez doh çûm cem hevalên li Strasbourgê, min tonek girî kiriye û ez hatime.
Ez, weleh, ji bo serok hatime û heta dawî jî ez ê bimeşim, ku ez kanibim heta dawiyê ez ê bimeşim. Min sozek daye vî serokî, gelê me soz daye wî. Min soz daye şehîdên xwe, vanê di hepsan de li ber xwe didin. Ku ez kanibim, û biqedê, yanî ku ez nebim ya mirinê ez ê meşê heta bi dawiyê bibim. Em dixwazin fotografên Serok hildin, nahêlin. Ma em ne ji bo Serok dimeşin!”
DENİZ BABİR / MANNHEIM