Fermandar Rodî Qamişlo, diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava ˮFermandar Rûbarˮ ku di 6’ê Gulanê de dan destpêkirin gelek gund û gundikên herêmên Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û piştre jî Çiyayê Kizwanan hate rizgarkirin. Qamişlo, destnîşan kir ku rizgarkirina Çiyayê Kezwanan girîngtirîn encamên Pêngava ˮFermandar Rûbarˮ bû û wiha dom kir: ˮEm niha li ser çiyayê Kezwanan ne, ev serkeftineke dîroki ye ku hêzên me bidestxist. Em bi vê serkeftinên kêfxweş in. Bi vê yekê me soz dabû hevalên xwe yên şehîd û gelê me pêk anî. Me xewnên wan pêk anîn, bi vê yekê em serbilbind in.ˮ


'Xwe li ber derbeyên me negirtin'

Rodî Qamişlo, da zanîn ku çeteyan xwe bi hêzeke mezin di çiyayên Kezwanan de bicîhkiribûn û wiha dom kir: ˮHêzeke wan a mezin di herêmê de bû. Lê tevlî çekên wan ên giran û hêza wan a mezin xwe li ber derbeyên şervanên me ne giritin. Me wan têk bir, Bi sedan çete hatin kuştin, gelek çek û cebilxaneya wan hate destserkirin.ˮ Qamişlo di dirêjaya axaftina xwe de got ku çeteyan dema ji herêmê êrîşî Hesekê, Til Temir û Serêkaniyê dikirin digotin qey şervanên YPG û YPJ’ê têkdibin û wiha pê de çû: ˮPiştî ku me pêngava ˮFermandar Rûbarˮ da destpêkirin, çete ji herêma Serêkaniyê reviyan û xwe li depoyên genim ên Aliya de xwe bi cih kirin. Ew depo bilind in û ji wir herêmê dixistin bin hakimiyeta xwe de. Bi vê yekê digotin qey dê karibin li ber derbeyên hêzên me li ber xwe bidin.Lê şervanên me derbeyên giran li wan dan û dopoyên genim ên Aliya ji wan rizgar kirin.ˮ

Qamişlo, destnîşan kir ku bi rizgarkirina herêma Çiyeyê Kizwanan mezintirîn navenda çeteyan mîna serkeftin û berxwedana şervanên YPG’yê û ev tişt anî ziman: ˮŞervanên me hemû pêkhatyên herêmê diparêzin û dikarin biparêzin. Rizgarkirina navenda çeteyan a herî mezin û asê mînaka wê yekê ye.ˮ


RONAHÎ XELÎL/SERÊKANIYÊ