24´ê vê mehê roja Efrînê ya cîhanî bû. Girseyeke bêhtirî 3 hezar kesî ku di nav wan de Elman û gelên din jî hebûn li navenda Berlînê meşiyan. Wek dihê zanîn di heman demê de li gelek deverên cîhanê jî heman çalakî li dar bû. Deng û rengê Kurdan bi riya berxwedana serdemê ya Efrînê digihişt her der û deverê. Dîmenên balkêş û bi qasî balkêşiya xwe jî sosret di meşa Berlînê de derketin pêş meşvanan. Çalakiya navendî ya Berlînê ji ber navenda Partiya Sosyal Demokrat a Elman SPD ê dest pê kir. Navê navendê Mala Wîlly Brandt e. Brandt di dîroka Elmanya û ya partiya SPD´ê de navekî girîng e, heta mirov dikare bêje ku di encama çokdayîn (knîefall) a li kampa komkujiyê ya Cihuyan de jî di bîr û hefîzeya mirovahiyê de dîmenek nayêjibîrkirin ya mayînde hişt. Girse li pêş navendê ango li ber deriyê Mala Brandt disekine û bi yek dengî ve qîr dike: Duh Cihû bûn îro Kurd in…Duh Hîtler bû îro Erdogan e. Di axaftinan de behsa şerê yekemîn û duyemîn ya cîhanê dihê kirin. Pêşwaziya Sîgmar Gabrîel a wezîrê kujer yê Tirk Mevlût Çavuşoglu dihê kirin. Gotina wî ya: Dostê min Mewlût!..di bîra mirovan de ye. Ev têkilî bi tundî dihê şermezarkirin û xortê axaftvan dewam dike: SPD qaşo xwe wek sosyal demokrat dide nîşan, lê mixabin em dibînin ku di maneya demokrasiya burjuwa de jî ti pîvanên demokratîk û mafên mirovan ji xwe re nehiştine. Têkiliya herî zêde ya bi dewleta Tirk re, bazirganiya çekan û danûstandinên kirêt di vê demê de ji aliyê rayedarên SPD´ê ve li gel dewleta Tirk a kolonyalîst hatîn kirin. Em carekî din tawana kuştina Rosayan û Karl Liebnechtan tînin bîra wan, em carekî din jî wan hişyar dikin ku çokdayîna Wîlly Brandt bînin bîra xwe. Meş berdewam dike, di kolaneke ku heta niha meşên Kurdan di wir re derbas nebûye re dimeşin. Ev kolan xwe digihîne ber parlamentoya Eyaletê ya Berlînê. Ji wir jî wê heta Potsdamer Platzê (Navenda Festîvala Berlînale ya sînemayê) dewam bike. Ji nişkeve rast û çep mîna kuliyên jehrîn, mina yecûc û mecûcan, mîna gurên devbixwîn ji xaniyên nizm û bilind ve dîmenên barbarî yên faşîzan rûdidin. Li aliyekî dimêzînî, ala Tirk li gel serê Misto yê kirêt, li aliyê din dinêrî, ala Tirk û sembola partiya faşîst a Tirk û li pêş wêneyê dîktatorê serdemê xuya dike. Girse nema dikare xwe ragire: Wan paçikan deynin barbarno…Wan potikan deynin…Potik…potik!...Lê ew li jor in û li siqêf û heqaretên xwe berdewam in. Di tevahiya meş û xwenîşandanên Kurdan yên li vî bajarî de dîmenên hevreng rûdidin, Kurd li vir, li navenda Ewrûpayê jî bi êrîş û zilma dewleta Tirk an jî Tirkên faşîst re rûbirû ne. Lê ev kolan bi rastî ji yên din jî barbartir e. Li wir hizra li ser gelan dihê bîra min. Ev girse li dijî şer dimeşe. Ji gelek miletan û baweriyan bi hezaran kes li dijî kuştina zarokan, jinan, kal û pîr jî di nav de li dijî komkujiyeke barbarî ya li Efrînê dimeşin. Yên din doza çi dikin? Ew jî êrîşkar û dîktatoran pîroz dikin. Şerê ku xweza û heywan jî di nav de navendeke mirovahiyê tine dike silav dikin û çêrên nedîtî, nebihîstî li meşvanan dikin. Wê demê ev çawa dibe gel? Gelo mirov dikare navê mirovatiyê jî li wan bike? Mane ev nebûn ku di salên şêstî de wek karkerên mêvan hatibûn, belengaz, reben xwe avêtibûn ber lingê Elmanan û lavakariya gepek nanî kiribûn…Ji pencereyan dengê wan bilind dibe: Hindek jî sebir bikin lawo, wê reîs we hemûyan biqelîne, wê cîhanê ji we paqij bike!.. Yên ku dîrok û roja me ya îro ya cîhanê bi xwînê av dayîne ji gelekî bindest û mezlûm re wiha dibêjin. Pênsed gazinde û gilî rêkirine rayedarên Elman û dibêjin: Em ji tirsa Kurdan nikarin zarokên xwe bişînin dibistanan. Li gel ku heta niha bûyerek jî bi wî rengî neqewimiye û berevajî Kurd li her der û deverê di bin zextê de ne. Kurd li vir jî bi hêsanî nikarin bêjin: Em Kurd in. Ev gotin her kêlî dikare bibe sedemê êrîşan. Gelo Gunter Wallraff niho çi dike? Haya wî ji van kesên ku li vir demokrasiyê dijîn û li welatê xwe partiyên faşîst hildibijêrin û doza faşîzmê dikin, heye yan na. Lewre pirtûka wî ya ku Tirkan wek beşa herî nizm a li Elmanyayê didît, gelek bandor li ser me jî kiribû. Hewce nake perûkê bide serê xwe û têkeve nav civata wan, bi tenê li wan kolanan binihêre jî wê bibîne ku ew qaşo belengaz çawa vegeriyane gurên devbixwîn…