Ajansa nûçeyan Dîhaberê, bi mohra Erdogan Alayamut û Yusuf Topaloglu, li ser jinên penaber ên ji Sûriyê ên ku ketine xefka fuhûşê nûçeyek belav kirin. Li gorî agahiyên sereke yên nûçeyê, jinên ku tevî malbatên xwe ji şerê li Sûriyê reviyan û hatin li kampên Tirkiyeyê yên wekî Elbeylî û Islahiyeyê bi cih bûn, ketin nava tora fihûşê. Peywirdarê ewlehiyê yê kampa Îslahiyeyê li ser mijarê got: "Li kampê fuhûş li zarokên 16-17 salî tê ferzkirin." 

Nûçe cih dide îtirafên Yaşar Bûdak ku dibêje, li navçeya Elbeylî ya Kilîsê hema bêje li her malê jineke Sûriyeyî heye. Bûdak, destnîşan dike ku mehra wî bi 3 jinên Sûriyeyî re heye û dibêje: " Li bajêr hemû jinên Sûriyeyî ji kampê hatine derxistin û bi malbatên wan re li hevkirinek hatiye kirin. Yanî ne li gor rizaya jinan, dema pereyan didin malbatan, jin careke din venagerin kampê." 

Bûdak dibêje, ev tişt li Kilîsê veguheriye sektorekê û ji bo vî karî kesên navbeynkar hene. Bûdak, tîne ziman ku li gundekî nêzî Elbeylî an jî li kafeyeke li navenda Kilîsê bi malbatê re li hev rûdinên û li wir piştî ku li hev dikin, jin tê 'firotin'. 


Zaroka 15 salî niha ducanî ye

Bûdak dest di dewamê de da zanîn ku rayedarên kampê li hemberî van pêkanînan xwe bêdeng dikin û wiha dewam dike: "Heke rayedarên kampê bixwazin dikarin pêşiyê li vê rewşê bigirin. Lê belê ew jî dibêjin 'Em nikarin li hemberî zewaca mirovan bibin asteng' û li hemberî vê rewşê çavê xwe digirin. Hin jin bi rastî jî dizewicin, lê belê gelek jê jî ji dêvla zewacê, fuhûş li ser wan tê ferzkirin. Beriya bi çend rojan zarokeke 15 salî vegeriyaye cem malbata xwe. Lê belê zarok ducanî bûbû. Piraniya jinên ku di bin navê zewacê de ji kampan tên derxistin li qeraxên otobanan û pavyonan fuhûş li wan tê ferzkirin." 


Rêveberên kampê û yên fuhûşê dikin hevkar in

Hat îdiakirin ku li kampa AFAD'ê ya li navçeya Dîlokê Îslahiyeyê peywirdarên kampê û çeteyên fuhûşê bi hevkarî dixebitin. Peywirdarê ewlehiyê yê kampê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bibêje, wiha dipeyive: "Li kampê fuhûş li zarokên 16-17 salî tê ferzkirin. Em nizanin navbeynkar kî ne. Lê belê rayedarên kampê destûrê didin ku derkevin derve. Dibêjin em ji bo kar derdikevin. Mesela dibêjin pêdiviya wan bi 6-7 karkeran heye. Di bin navê karkeriyê de jinan werdigirin û piştî ku fuhûşê bi wan didin kirin, wan tînin. Ev çerx tim wisa tê dubarekirin." 

Peywirdar, li ser mînakekê dibêje, fuhûş li keça 16 salî û dayika wê ya 30 salî yên li kampê tê ferzkirin û wiha dewam dike: "Ev her serê sibê wek biçin kar diçin derve. Êvarî dema tarî dikeve, vedigerin kampê." Peywirdar dibêje, hayê rayedarên kampê jî ji vê yekê heye. 


3 hezar jin li kû derê ne

Her wiha di destpêka salên ewil ên şerê Sûriyeyê de li gundê Harranê yê Reyhanliya Hatayê, di bin navê zewacê de 3 hezar jin ji aliyê çeteyên fuhûşê ve hatibûn kirrîn û vê yekê di çapemeniyê de dabû der. Hîn jî der barê aqûbeta van jinan de agahiyên zelal bi dest neketine û hat diyarkirin ku gelek kes ji Konya, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê tên û di bin navê zewacê de bi sedan jinî dikirin. Her wiha derketibû holê ku hin jinên ku di bin navê zewacê de hatibûn firotin li Antakyayê di pavyonan de tên xebitandin.  


 NAVENDA NÛÇEYAN




‘Mertala Firatê' şikiya zarokan dişîne şer!


Rêxistina Sukur El Cebel ku di nav komên çete ên ser bi Artêşa Tirk a Dagirker yên bi navê "Mertala Firatê" de cih digire, di hesabên xwe yên medyaya civakî de dîmenên zarokên 10-15 salî weşandin û jê diyar dibe ku van zarokan ji bo şer perwerde dikin.

Li Idlîbê ku navenda perwerdehî û gihandina endamên rêxistinê yên El Nusra, Ehrar El Şam û OSO'yê ye, piştî Heleb ket bin kontrola rejîmê, bû hedefa operasyonan. Li bajêr temenê şervanên zarok daketiya heta 10 salan. Rêxistina Sukur El Cebel ku wek komeke OSO'yê tê zanîn û tifaqa wê bi El Nusrayê re heye, vîdeoyeke zarokên 10-15 salî weşand û tê de xuya dibe li mizgeftê ji bo bikaranîna çekan tên perwerdekirin.


Navend kampa Atmayê ye

Hat zanîn ku li Kampa Atmeyê ya li ser sînorê Hatayê ji bo şer zarok tên perwerdekirin. Di dîmenan de dixuyê ku li kampa ku li cem Qereqola Sînor a Bukulmezê ye, zarok tên perwerdekirin û hat diyarkirin ku Qadiyê Atmeyê yê Tahrîr El Şamê (El Nusra) Abdûllah Muheysînî ji bo zarok şer bikin, xebatan bi rê ve dibe. 


Mertal riziya 

Tê îdiakirin ku zarokên li bajarên wek Idlîbê tên perwerdekirin, di nav tevgera "Mertala Firatê" de cih digirin û her wiha ajokarên TIR’ên malzemeyên înşeatê ji navçeya Karkamiş a Dîlokê ber bi Cerablûsê dibin jî gotibûn ku di nav komên OSO'yê de zarokên çekdar hene.