
Berdana Dîcle kêfxweş kir
Piştî ragihandina encamê û xwarina fitarê medalya bi tevahiya sporvanan ve hatin kirin. Piştre hunermend Rêzan Jamal ku cara yekemîn e tê Amedê derket ser dikê. Li ser dikê jî berdana parlementerê berê yê partiya HEP'ê Hatîp Dîcle jî hat anonskirin û rêvekir li kêfxweşiyeke mezin li nav haziran.
'Bi hestên kurdewar em hatin Amedê'
Şaredarê Ranyayê Serdar Ehmed jî malavahiya organîzatoran kir û got, ew bi hestên kurdewarî hatine Amedê û wihapeyivî: "niha her sê parçeyên Kurdistanê li vê derê ne û em hêvî dikin ku parçê din jî di mihrîcaneke din de li gel me be."
Mîhrîcanê heya derengiya şevê bi stranên hunermend Bulent Tûran, Gulsever Medar, Tolga Haluk Îlhan, Ahmet Aslan û Seyda Perînçek dewam kir.
DIHA/AMED