Di civînê de ku dê li bajarê Koln a Almanyayê pêk bê, dê di serî de pirsgirêkên sporvanên Kurd û rêxistinbûna wan û rêyên çareseriyê yên ji bo van pirsgirêkan nîqaş dê bên kirin. Di daxuyaniykê de hate destnîşankirin ku dê civîn roja 11’ê gulanê li bajarê Almanya Kolnê bê lidarxistin.
Banga tevlîbûna civînê
KON-Kurd’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû ciwanên sporvan ên Kurd ên ku di tîman de cih digirin an jî bi awayeke şexsî sporê dikin kir ku beşdarî civînê bibin. KON-Kurdê da zanîn ku ev yek careke ku civîneke wiha pêk tê û dê sporvanên Kurd saziyekê ava bikin.
Di daxuyaniyê de derbarê dîrok, cih û gihiştina civînê de ev agahî hatin dayin: Dîrok: 11 Gulan 2013, Demjimêra Hevgihînê: 10.00, Cih: Mala Kurdan, Zehntstrasse 7-9, 51065 Köln/Deutschland, Telefona gihiştinê: 0032493563768
KOLN