12`ê Adara 2004`an şêniyên bajarê Qamişlo û hezkiriyên futbolê li yarîgeha Beledî li benda maça futbolê ya di navbera tîma Cîhad û tîma Fitiwa ya Dêrazorê de bûn. Lê komployek hatibû amadekirin û di encamê de 36 kes şehîd bûn. Şahidan qala komployê û berxwedana Kurdan kirin.

SÎMAF XELÎL/LÎNDA ŞÊX / ANHA/ŞEHBA

Şahidekî serhildana Qamişlo û komkujiya bi destê rejîmê ya 2004`an, kite bi kite behsa komploya hêzên çekdarî yên dewleta Sûriyê kir. 12´ê Adarê 2004´an di encama komploya dewleta Sûrî û êrişa hêzên wê û nijadperestên Ereb de, bi dehan Kurd şehîd bûbûn.

Di 12’ê Adara 2004’an de li stada Qamişlo, maça fotbolê di navbera tîma El-Fitwe ya ji Dêra Zorê û tîma Cîhad a ji Qamişloyê de hebû. Lê planên hêzên çekdarî ên dewleta Sûriyê pîlana xwe hazir kiribû û armanca wan ew bû Kurd û Ereban berdin hev.

Tenê li alîgirên tîma Qamişlo xistin

Ferîd Oso ji şêniyên navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ye û niha li kantona Şehbayê dimîne. Ew wê rojê li stadê bû. Oso li ser wê rojê dibêje, “Ez û hinek heval ji paytexta Sûriyê Şamê bi 4 basan çûn Hesekê da ku piştgiriya tîma xwe ya Cîhad bikin. Li wir em qederê 15 hezar ji tevahiya herêmên Kurd ên Rojava bûn. Dema em gihiştin stadê, du derî hebûn. Yek a alîgirên tîma Cîhad û ya din a alîgirên tîma Fitwe bû. Polîsên hikûmeta Sûriyê bi zanebûn, tevahiya alîgirên tîma Cîhad kontrol kirin, lê alîgirên tîma Fitwe bê kontrol berdan stadê. Polîsan heta şûşeyên avê jî li me qedexe kirin.”

Heqaret li Kurdan kirin

Oso ji bo bûyerên piştre qewimî dibêje: “Beriya maç dest pê bike, alîgirên tîma Fitwe gotinên ne exlaqî û kirêt li alîgirên tîma Cîhad û neteweya Kurd kirin. Piştî çariyekê ji destpêkirina maçê, alîgirên tîma Fitwe bi gelek çekan, cû, kêr û şûran êrişî alîgirên tîma Cîhad kir.”

Di êrişê de gelek alîgirên tîma Qamişlo jiyana xwe hingê ji dest dan; Oso wiha behsa hingê dike: “Ji ber êrişan hejmarek alîgirên tîma Cîhad bûn qurbanî û birîndar bûn. Stad tijî xwîna alîgirên tîma Cîhad bû. Piştre agahî li tevahiya bajêr belav bû. Malbatên alîgirên tîmê hatin stadê da ku zarokên xwe ji komkujiyê xilas bikin.”

Oso diyar kir ku  hikûmeta Sûriyê binpêkirinên xwe ne tenê li stadê, li derveyî stadê berdewam kirin û şêniyên ku hatin zarokên xwe xilas bikin, gulebaran kir.

Bû tovê Şoreşê

Mirîy Mihemed yek ji welatiyên Qamişlo ye ku beşdarî oxirkirina şehîdên roja yekemîn ya serhildanê û şahidê êrişa hêzên rejîmê ya roja diduyê bû. Di vê êrişê de kurê wî Ehmed ê 25 salî jî şehîd bû. Mirîy ji bo êrişê dibêje, “Komployeke pîlankirî bû. Serhildanê çavê cîhanê li doza Kurdî vekir. Xwîna kurê min û şehîdên din ên serhildanê destpêka birêxistinkirin û vîna gelê Kurd bû ku li dijî kiryarên li dijî wan pêk tên, şoreşekê li dar bixin. Bi rastî jî di 2012`an de, şoreşa Rojava dest pê kir.”