Li Moskovayê civînek bi mijara stahûnya nû ya polîtîk-ekonomî ya Başûrê Kurdistanê hat li darxistin. Civîna ku ji hêla nûnertiya PDK'ê ve hat li darxistin, rewşa dawî a Başûrê Kurdistanê, perspektîfên pêşeroja heremê û her wiha tekiliyên rêvebirên heremê bi welat û rêvebirên heremên din re hatin nîqaşkirin. Di civînê de nûnere PDK'ê yê li Federasyona Rusya Xoşavî Babakir, Serokê organizasyona Berbang a Kurdên li Kazakîstanê Kinyaz Mirzoyev, Serokê Înshûntiya Rojhilata Navîn Vitaliy Naumkin, Serkarê Navenda Siyaseta Gel a Rusya Fedor Şelov, cigirê serokê organîzasyona hevkariya gelên Asya û Afrîqa Kim Koşev wek axaftvan amadebûn.

MOSKOWA