Star FM ev du sal in li Rojavayê Kurdistanê bûye dengê jinan; û ji bo rola jinan a pêşeng derkeve holê, bernameyên xwe xurt, cihê ku dikare lê bêguhdarîkirin jî fireh dike.
Radyo ‘Star FM’ di 2 salan de bû dengê jinan û bi xebata xwe ya xweser dikaribû bigihîje civakê û rola jinan li hemû aliyan diyar bike.
Radyo Star FM di 15`ê Kanûna 2017`an hate avakirin û gaveke mezin di çapemeniya jinan a herêma Cizîrê de avêt. Bi xebata xwe ya xweser li aliyê komek ji rojnemevanan dikaribû bigihîje hundirê civakê û rola jinan a civakê di hemû aliyan de derxe û hewl dide bigihîje hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandoreke mezin li ser bipêşxistina radyo kir. Xebatên di bin zextên gefan de beriya salekê û xebatên di bin êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bandoreke diyar li ser hewldanên radyoyê, li ser bipêşxistina wê û gihandina wê ya hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Sûcên dewleta Tirk teşhîr kirin
Avaşîn Hêlîn yek ji damezirînerên radyoya Star FM a navçeya Tirbespiyê ye. Avaşîn dibêje, “Radyo hate avakirin da ku deng, reng û rola jinan di civakê de derxe holê.”
Star FM yek ji çavkaniyên çapemeniyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ew bi rêya derxistina holê ya sûcên dewleta Tirk li dijî xelk û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi roleke girîng di teşhîrkirina dewleta Tirk de rabû.
Rojnemevana radyoya Star FM´ê, Lîlav Hesen jî dibêje, radyo Star FM dikaribû îsal nûçeyan, bernameyan bi sê zimanan yanî Erebî, Kurdî û Suryanî bide. Radyoyê her wiha dikaribû rola pêşeng a jinan di civakê de bi rêya bernameyên xwe nîşan bide.
Bernameyeke dewlemend
Rojnemevan Mêdiya Silêman li ser Star FM´ê û bernameyên wê dibêje, radyo gelek bernameyan pêşkêş dike, her wiha rojane 6 caran nûçeyan diweşîne. Mêdiya bi bîr dixe ku ev bername ji bo pêkhateyên civakê hemûyan in.
Radyo bernameyên cur bi cur diweşîne. Bernameyên Rojbaş, Diyalog, Gundê Me, Jin û Jiyan, Şevbaş, Çand û Awaz, Tenduristî, bernameyên dayîkan, yên jinên ciwan, bernameya Rojava Jin, Zanista Jin, bernameyên pêşbirkên zarokan û gelek dosyayên taybet û hevdîtinên siyasî û civakî ji bernameyên Star FM´ê ne.
RÊNAS REMO / ANHA/QAMIŞLO