Mala Zarokên Sêwî ya herêma Girkê Legê yekem Saziya Civakî li ser asta Kantona Cizîrê zarokên sêwî, bêxwedî û yên ku şidet li dijî tê bikaranîn, mezin dike ye û behreya  wan pêş dixe.

Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê û Kongreya Star di 11’ê sala 2015’an de li bajaroka Rimêlan a girêdayî herêma Girkê Legê, Mala Zarokên Sêwî vekir. Ev Mal zarokên ku malbatên xwe di rewşa şer de wenda kirine, têne xwedîkirin.

Berpirsa Mala Zarokên Sêwî Necah Ebdulrezaq diyar kir ku ew ne tenê zarokên sêwî, lê zarokên bêxwedî û yên ku malbatên wan şidet li dijî bikar anîne, xwedî dikin û wiha got: “Ji ber rewşa şerê li hemû deverên Sûriyê, her wiha rewşa aborî û civakî ku hişt gelek malbat û zarokên wan ji ber koçberiyê wenda bibin. Ji ber vê pêwîstî hat dîtin ku navendeke taybet ji bo xwedîkirina zarokên sêwî û bêxwedî were avakirin.”

Mala Zarokên Sêwî ji aliyê mamosteyên ku di warê xwedîkirina zarokan de pisporin ve, tê birêvebirin. Her wiha bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran re behreya  zarokan têne pêşxistin û li ser kompîturê û alavên mûzîkê têne perwerdekirin. Buroya şêwirmendiya derûnî ku navenda wê li bajaroka Çilaxa ye, serdana zarokan dike û rewşa wan dişopîne. 


ANHA / GIRKÊ LEGÊ