Hevserokê FKÊ Alî Atalan diyar kir ku ji bo Êzidiyên li Şengal û Şêxanê otonomî nebe nabe û destnîşan kir ku eger statuyeke bi vî rengî neyê naskirin, wê Şengal bi xeteriya valabûnê re rû bi rû bimîne. Atalan hişyarî da û got, "Ev yek jî tê wateya tinebûna Êzîdiyatiyê." Federasyona Komeleyên Êzidiyan ên li Ewropayê (FKÊ) bi heyeteke ji 8 kesan, çû serdana Êzîdiyên ji Şengalê koçber bûn. Ji berdevkên heyetê Hevserokê FKÊ Alî Atalan der barê serdana xwe û rewşa Êzidiyan de ji ANF'ê re axivî.


´Me komisyon avakirin´
Atalan derbarê sedema çûyîna Şengalê de wiha got: "Weke Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) ji bo rewşa qewimiye û diqewime li cih lêkolîn bikin, me heta niha gelek heyet şandin. Herî dawî bi heyeteke ji 8 kesan me li gelemperiya Kurdistanê lêkolîn kirin. Destpêkê em çûn serdana hemû kampên li Êlih, Wêranşar û Mêrdînê. Bi yên li wir re em rûniştin, me civîn lidar xistin. Ji bo bersivdayîna pêwîstiyên mirovan, me nîqaş meşandin. Ji bo Şengaliyên vê gavê li kampane, me hin rêze biryar stendin. Ji bo vê jî me komîsyon ava kirin. Ev komîsyon, wê ji bo tespîtkirina pêwîstiyên li kampan hin xebatan bimeşînin. Ev komîsyon wê der heqê 60 gundên Êzidî yên li Bakurê Kurdistanê ji bo ji Êzidiyên Şengalê re bên amadekirin, xebatan bimeşîne."


Xebatên li bakur başın
Derbarê xebatên li bakurê Kurdistanê ji bo Êzîdiyan têne meşandin jî Atalan agahî dan û got: "Li cihê HDP lê desthilatdar e, rêveberiyên herêmî, parlamenter, hemû sazî û gel seferber bûye. Eleqeyeke mezin heye. Tevî ku ev komkujiya bi serê Êzîdiyan de hatiye fermana 73. jî, ya dilê mirovan rehet dike, nîşandana hestê biratiyê yê gelê me û hebûna vîneke xurt a siyasî li pişt vê ye. Bêguman li vir jî pirsgirêkên cidî hene. Hînê koç dewam dike. Ji bo vê jî divê hîn bêtir xebateke bi rêk û pêk bê meşandi Ev kêm in. Lê ji bo çareserkirina van kêmasiyan hewldan û daxwazeke mezin heye. Ev cihê kêfxweşiyê ye, hêviyê dide mirovan."

´Hewldanên başûr kêm in´
Atalan destnîşan kir ku li hin cihên Başûrê Kurdistanê niha bi sed hezaran Êzidî hene, helwest û siyaseta rêveberiyê ya li ser koçberên Êzîdî bir astî jî nayê fêmkirin û nayê qebûlkirin. Di vê mijarê de jî Atalan ev rexneyan kir: "Mirovên li wir li çiyê, li zikakan, li naverastê bi tena serê xwe hatine hiştin. Zarok li naverastê radizên. Rewşeke bi vî rengî heye. Ev yek mirovan gelekî diêşîne. Lê belê li Rojava, tevî ewçend kêmaniya derfetan jî, di çarçoveya sîstemekê de xebat tên meşandin. Tevî ambargo û derfetên kêm jî li bajarê Dêrikê yê li Kantona Cizîrê wargeheke mezin a ji konan hatiye çêkirin. Hewl tê dayîn alîkarî ji Êzidiyên hatine wê derê re bê dayîn. Her tişt di çarçoveya sîstemekê de tê meşandin. Kampên li Rojava û Bakurê Kurdistanê bi derfetên kêm ên rêveberiyên herêmî hatine avakirin. Binesaziya xwe kêm e. Li gorî mercên zivistanê nîne. Lê belê ji bo vê amadekarî tên kirin. Niha pêwîstî bi konên li gorî mercên zivistanê heye."

´Trajediyek mezin heye´
Derbarê serdana şandeyê ya li Şengalî de jî Atalan ev agahî dan: "Em ji Rojava derbasî Şengalê bûn. Tevî ku rewşa ewlekariyê gelekî bi rîsk bû jî, me xwest weke federasyonê peyamekê bidin. Tevî her tiştî jî divê berê me li Şengalê be. Berdêla wê çi dibe bila bibe divê Şengal bê parastin û azadkirin. Me hewl da vê peyamê bidin hevalên li wir, xwe birêxistin dikin û li ber xwe didin, mirovên xwe yên hînê li çiyê ne û tevahiya gelê xwe. Me li wir bi tevgera TEVDA, Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û rûspiyên gelê herêmî yê li wir re hevdîtin kirin. Me li pirsgirêkan guhdarî kirin û li ser çareseriyê nîqaş meşandin. Derdora 5 hezar Êzîdî hatin qetilkirin û bi qasî vê hejmarê, tê texmînkirin ku windahî hene. Berê li Şengalê derdora 600 hezar Êzîdî hebûn. Niha ev hejmar derdora 20 hezarî ye. Beşa din neçar ma koçî Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bike. Li Rojava 50 hezar, li bakur 40 hezar û li Başûrê Kurdistanê jî 500 hezar kes hene. Navenda Şengalê û çend gund hînê di destê çeteyan de ne."


´Daxwaz otonomî ye´
Li ser daxwaza Kurdên Êzîdî yên li Şengalê jî Atalan wiha pê de çû: "Rêveberiya Başûrê Kurdistanê nekarî Êzîdiyan biparêze. Jiyana wan ewle nekir. Ev yek bi êrîşa rêxistina terorê ya DAIŞ'ê re bi zelalî derket holê. Êzîdî hatin qirkirin. Bi sed hezaran ji cih û warê xwe bûn û ketin ser rê. Eger YPG nebûya, ev qirkirin û trajedî wê mezintir bibûya. Ji ber ku YPG'ê jiyana bi sed hezaran Êzîdiyan rizgar kir. Ew gihandin herêmên ewle. Tişta ku niha Êzîdî dixwazin, ji bo rizgariya Şengalê têkoşîna hevpar e. Piştî vê rizgariyê, em ji bo Êzîdiyên li Şengalê otonomiyê dixwazin. Divê ev statuya tê xwestin, ji aliyê tevgerên siyasî yên Kurd ve bê ewlekirin. Pêwîste protokolek ji niha ve bê îmzekirin. KCK, PDK, YNK û rûspiyên Êzidiyan dikarin vê îmze bikin."

´Statu nebe Êzîdî wenda dibin´

Atalan abî ziman ku Êzîdî êdî naxwazin bê statu bijîn, ji bo vê yekê jî pêwîste xweseriya demokratîk bi lezgînî li cihên Êzîdî lê dijîn li Şengal û Şêxan bê bicihanîn. Ev neyê kirin, Êzîdî wê qanih nebin ku li xaka xwe vegerin. Cihê pîroz ê Êzîdiyan Şengal wê veguhere herêma bê Êzîdiyan. Ji ber vê yekê, eger bi rastî jî weke ku tê gotin Êzîdî rewşa herî orjînal û otantîk a gelê Kurd temsîl dike ku bi vî rengî ye, hingî pêwîste xwedî lê bê derketin û weke wezîfeyeke neteweyî bên parastin."

ANF/DUSSELDORF