Nobeda 'Wijdan û Edaletê' ya HDP'ê, ku ev 6 roj in li Parka Yogurtçu ya Stenbolê didome, doh êvarê derbasî Wanê bû. Çalakgerên li Stenbolê, saet 18:00´an daxuyaniyek dan çapemeniyê û nobetê radestî Wanê kirin.
Bi vê armancê, saet 18:00´an li meydana Îskele ya Kadikoyê, bi rengekî girseyî ev daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Rayedarên HDP'ê yên li Wanê jî ragihandin, ku ji bo dewrgirtina çalakiyê wan hemû amadekariyên xwe temam kirine.
Piştevanî zêde dibe
Li aliyê din desteka ji bo çalakiya HDP´ê jî zêde dibe. Ji beşên cihê yên civakê desteka ji bo çalakiya Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê tê nîşandan. Di roja dawî ya Nobeta Wijdan û Dadmendiyê ya HDP’ê li Stenbolê de Helkefta Kongreya Çerkes a Demokratîk û Platforma Hevgirtinê ya Sosyalîst (SODAP) ji bo destekê çûn serdana çalakgerên nobetê. Endamê Kongreya Çerkes a Demokratîk, Bîrgûl Asêna piştî serdanê axivî û got, ew ji bo her kesî ‘wijdan û edaletê’ dixwazin ku bejn, xwîn, dîn, stran û zimanê wan naşibe yê wan. Li ser navê SODAP’ê Hevserok Saniye Evren jî got: "A rast Kurdan, Elewiyan, jinan, karkeran nîşan da ku ev wiha nabe. Em ti caran radestî faşîzmê nabin. Dixwazin li vir me dorpêç bikin, lê em di van deran hilnayên. Em ê bi ser bikevin."
Êrîşî çapemeniyê kir
Polîsên ku dor li çalakiya Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP'ê li Parka Yogurtçuyê girtî, doh wekî din êrişî kedkarên çapemeniyê jî kir.
Li gorî agahiyên bidestketî, rojnamevanên ku li parkê dixwestin dîmenan bigirin, hatine derxistin. Parlamenterên HDP'ê hewl dan ku nehêlin nûçegihanan derxînin lê polîsan bi gotinan zimandirêjî li parlamenteran jî kir.
STENBOL