HDP'yî wê li gelek navçe û herêmên Stenbolê, di navbera 30'ê Cotmehê û 12'ê Mijdarê de ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakiyan li dar bixin. 

Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, plansaziyeke çalakiyan amade kir.

Di navbera 30'yê Cotmehê û 4'ê Mijdarê de bi girseyî wê ji Ocalan re name bên şandin û bi daxwaza hevdîtina bi malbat û parêzeran re, wê heyetek serî li Wezareta Edaletê bide, wê ji saziyên wekî Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û saziyên mafên mirovan re daxwazname bên şandin. Her wiha di navbera 4 û 12'ê Mijdarê de, bi dorvegerî wê greva birçîbûnê dest pê bike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku wê bi 10 kesan dest pê bike, wê 2 rojan dewam bike û ji derveyê wê wê gelek çalakiyên cuda jî bên lidarxistin. Çalakiya greva birçîbûnê ya di 12'ê Mijdarê de bi dawî dibe, wê bi awayekî hemwext li tevahiya navçeyan daxuyaniyên girseyî bên dayîn. 


Çalakiya şandina faks û kartan 

* Faks, name û qartên ku wê bên şandin, navnîşana wan wiha ye:

İmralı Yüksek Güvenlikli F Tipi Cezaevi. Mudanya-BURSA  

* Yên ji Wezareta Edaletê re bên şandin navnîşana wan wiha ye: 

Adalet Bakanlığı. 06659 Kızılay I ANKARA)

* Name û daxwazên bi Ingilizî wê ji CPT'yê re bên şandin jî wê ji vê navnîşanê re bên şandin: 

Secretariat of the European Committce for the Prevention of Torture and Inhuman or Degrading Treatment or Punishment (CPT), Council of Europe F-67075 Strasbourg Cedex.)


Agahiyên li ser cih û demê 

Li herêma yekemîn a Stenbolê 1'ê Mijdarê roja Çarşemê saet di 13.00'an de faks, name û kart wê bên şandin. Di 2'yê Mijdarê roja Pêncşemê saet di 13.00'an de jî ji Sultangazî, Gazîosmanpaşa, navçeyên Kagithane û Eyup, navçeyên Beyoglu, Beşîktaş, Sariyer û Şîşliyê, navçeyên Fatîh, Bayrampaşa, Esenler û Zeytînburnuyê faks, name û kart bên şandin. 3'yê Mijdarê roja Înê saet di 13.00'an de li herêma sêyemîn a Stenbolê faks, name û kart bên şandin.


Greva birçîbûnê

Li gorî plansaziyê 4-5'ê Mijdarê jî koma yekemîn a ku dest bi greva birçîbûnê bike wê Ataşehîrê, Beyoglu, Esenyurtê 4'ê Mijdarê roja Şemiyê dest bi çalakiya xwe bike û 5'ê Mijdarê roja Yekşemê êvarê çalakiya xwe bi dawî bikin.

6-7'ê Mijdarê jî koma duyemîn wê dest bi greva birçîbûnê bike li Kartal, Kagithane û Başakşehîrê. 8-9'ê Mijdarê koma sêyemîn wê li Sultanbeylî, Gazîosmanpaşa û Kuçukçekmeceyê çalakiya greva birçîbûnê bi rê ve bibe.

10-11-12'ê Mijdarê de  koma çaeremîn wê dest bi greva birçîbûnê bike li Sancaktepe, Esenler, Bahçelîevlerê ku wl 12´ê Mijdarê êvarê bi dawî bibe û beşdar wê li ber avahiyên navçeyê yên HDP´ê piştre daxuyaniyê bidin çapemeniyê. 


STENBOL