Agir Stêrk (Abdullah Osmanoglu) û Rênas Benek (Mehmet Axîn) li Herêmên Parastina Medya 17´ê Kanûna 2018´an di encama êrişa hewayî de şehîd bûbûn. Her du gerîla yekşema bihurî (17 Kanûn 2019) li Bielefeldê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîma li Navenda Civaka Demokratîk (NCDK) a Bielefeldê çêbû. Nûnerê KOMAV´ê Alî Amed, apê Agir Stêrk ê Mahsum Osmanoglu, xizmên Agir Stêrk û şehîdan di bibîranînê de amade bûn.

Nûnerê KOMAV´ê Alî Amed li vir peyivî û got, “Her şehîdê me pêşî li têkoşîna me ya şoreşê vekiriye û kiriye ku mezin bibe. Bibîranîn jî platformên wê soza me ne ku me daye şehîdên xwe.”

Apê Agir Stêrk Mahsum Osmanoglu jî got, “Agir şehîdê Kurdistanê ye. Helbet xemgîn im, lê pê serbilind im jî. Ji 5 saliya xwe ve li Ewrûpayê bû, lê wî tercîh kir vegere welatê xwe.”

Merasîma bibîranînê bi sloganê Şehîd namirin bi dawî bû.

 

BIELEFELD