Gaziyê şoreşa Kurdistanê Hozan Peyanîş şehîd bû. Navenda Ragihandin û Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê şehad û nasnameya wî ragihand. Di daxuyaniya YPGê de li ser Omer Dînçer bi nasnav Hozan Peyanîş ê 6ʼê Hezîrana 2020an li Hesekê şehîd bû agahî hatin dayîn. “Hevrê Hozan di malbatek welatparêz de ji dayîk dibe. Hevrê Hozan bi ruhekî seferberî, li dijî êrişên şoreşa Rojava û bakurê Surî tevlî nava refên şoreşê bû. Hevrê Hozan di nav têkoşînê de bû gazî jî. Ji têkoşîna li ser hîmê azadî û demokrasiyê ya gelan bawer kir û kêlî bi kêlî li dijî her cure êrîşan têkoşîn meşand û tevlî şerê berxwedanê bû‫.‬ Em di şexsê hevrê Hozan Peyanîş de tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.” ANHA