Gelek hunermendan ji gotinên şahidê berxwedana rojiya mirinê ya 14´ê Tîrmehê Fuat Kav, stranek ji bo Leyla Guven amade kir û ev stran got jî. Leyla Guven malavahiya wan kir û hêviya “em li ber stranên şahiyê govendê bigerînin” îfade kir.

Ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven a ev 93 roj in di greva birçîbûnê de ye, bi dehan hunermendan stranek bi navê “Leyla” amade kir û got.

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrg Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 93 roj in bi israr çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam dike. Piştgiriya ji bo Leyla Guven li warê navneteweyî zêde dibe. Ev piştgirî bi hunermendan veguherî huner û pişteke xurt a deng û muzîkê. Gelek hunermend civiyan û wan strana “Leyla” bi hev re got.

Fûat Kav gotinên stranê nivîsandin. Kav bi xwe di berxwednaa zindana Amedê de şahidê li berxwedana 14´ê Tîrmehê ya rojiya mirinê kiriye.

Hunermendên ku strana “Leyla” gotî jî ev in: Denîz Deman, Nîlgun Başozdeş, Elenore Fourniau, Leman Stehn, Baran Bozyel, Nûray Balik, Rûken Yilmaz, Binevş Roj, Bêrîvan Barcadûrmûş, Gulîstan Mousa, Perwîn Alî, Sevdar Mousa, Xelîl Xemgîn, Hozan Seyîdxan, Hozan Comert, Ozan Emekçî, Ozan Serdar, Ferhat Tûnç, Hozan Dilovan, Hesen Şerîf, Necmeddîn Xulamî, Rotînda Yetkîner, Baran Tezkorkmaz, Cûma Soner û Diyar Dersim.

Hûn her hebin

Leyla Guven jî ev stran li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir û ji bo stranê ev peyama malavahiyê weşand: “Ji ber vê strana bêhempa ku gelek hunermendan ji bo min gotiye, ez yek bi yek malavahiyan we dikim. Bi hêviya ku di dema aştiyê de li ber stranên kêfxweşiyê em govendê bigerînin... Hûn her hebin.”

Stran hem bi Kurdî û hem jî Tirkî hate gotin. Em gotinên stranê ên bi Kurdî li jêr bi we re parve dikin:

Jîn dibe mîna sîmir

Dimeşe dimeşe jinek dimeşe

Di dest de meşaleyek li pêşiya mîlyonan

Ber bi azadiye ve dimeşe

Ez hebûm, ez ê her hebim, van zincîran bişkînim

Ez im, jina serbilind dimeşim

Leyla dilê milyonayî tu Leyla

Leyla kulîlka çiya yî tu Leyla

Leyla periya aştiyêyî tu Leyla

Jinek gav bi gav dihele jar dibe

Ji xweliya xwe jîn dibe mina teyre sîmir

Tariyê diçîrîne jinek, hembezkirî roja me, milyonan daye pey wê

Ber bi azadiyê ve dimeşe.

 

NAVENDA NÛÇEYAN