Hunermenda jin Şîlan Osman li ser stranên kurdî û resentiya wan peyivî û xwest hunermend hay ji giraniya xwe hebin û xwedî li stîla neteweyî derkevin.

Hûnermenda jin Şîlan Osman der barê girîngî resentiya stranên Kurdî û rêbaza hunermendên nû de axivî û hewldanên wan ên der barê “nûkirina stranên Kurdî” de şirove kir û got, ew di van hewldanên xwe de resentiya stranên kurdî xira dikin.

Şîlan Osman diyar kir ku ew bi ti awayî alîgirê wan hunermendên nû yên ku çanda derve tînin û li gel çanda Kurd têkel dikin nîne. Şîlanê anî ziman ku hunermendên nû, stranên hunermendên bi navûdeng ên Kurd bi stîlek nû dibêjin, lê ew ti wateyê nade vê helwestê û wiha dom kir: “mixabin, stranên resen ên hunermendên weke Elî Merdan, Hesen Zîrek û Ebas Osman bi stîlekî nû dibêjin. Ev stîla hunermendên nû stranan ji resentiya wan dûr dixe.”

“Divê stîla neteweyî bê parastin”

Şîlan Osmananî ziman ku divê hunermend stîla netewî biparêzin û got: “Li gorî min pêwîst e ku hunermend giraniya xwe bizane. Pêwîst e ku hunermendekî nû derdikeve û li ser dikan stranan dibêje yan jî kasêtan derdixîne, divê stîla netewî biparêze.”

“Huner ji bo jinan karekî pîroz e”

Hûnermend Şîlan li ser rola jinê ya di hunerê de jî rawestiya û wiha dom kir: “Huner ji bo jinan karekî pîroze û erkek li ser milê wan e. Jinek şoreşger tevahî xebat û têkoşîna xwe ji bo gelê xwe dike. Dayîkek tevahî xebatên xwe ji bo perwerdekirina zarokên xwe dike. Divê jinek hunermend jî xizmeta hunerê û netewa xwe bike.”

 

Şîlan Osman kî ye?

 

Hunermenda jin Şîlan Osman di sala 1980’yan de li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Di sala 1994’an de dest bi stranbêjiyê kiriye. Destpêkê li şahiyên Newroz û 8’ê Adarê dest bi stranê kiriye. Di sala 1997’an de yekem berhema (Strana) xwe ya bi navê “Eşqa Baranê” gotiye.

Li aliyê din endamtiya Koma mûzîkê ya Keçên Silêmnayiyê û Koman Lor kiriye. Her wiha li gel komên muzîkê yên Şinirwê û Silêmaniyê jî kar meşandiye. Heta niha 23 klîb çêkirine.

Şîlan Osman li gel stranbêj Cengî Cemale zewiciye û 3 zarokên wê hene .n SILÊMANÎ/ROJNEWS