Nivîskar-helbestvan Rênas Jiyan pirtûkek din li pirtûkxaneyan zêde kir. Pirtûk ango romana bi navê “Stranên Sor Niviştên Mor” a Jiyan hat çapkirin.

Nivîskar û helbestvanê navdar ê Kurd Rênas Jiyan pirtûkek nû ango romanek din gihand xwîneran. Romana bi navê “Stranên Sor Niviştên Mor” a Jiyan ku ji 220 rûpelan pêk tê ji Weşaneyên Belkî hat çapkirin. Pirtûkê di nav refên pirtûkfiroşan de cihê xwe girt û li ber destê xwîneran e.

Berhemên mayî yên Rênas Jiyan weke roman bi navê “Spîtama, Bacanên Pelçiqî, weke pirtûka teoriyê “Çirûskîzm”, weke kovar “Çirûsk“, weke helbest “Janya”, “Mexzena Xwînê”, “Diêşiya”, “Dîn û Şîn”, weke metna şano “Di Tuwaletê De” derçûn. Wekî din lêkolîn, raman p ceribandin û rexneyên wî jî bi navê “Ronahî”, “Ponijîn” û “Ji Şevê Re” hatibûn weşandin.

 

MA / AMED