Koma muzîkê ya Lor bi beşdarbûna çend hunermendên Başûrê Kurdistanê li Silêmanî konserek da. Konser bi armanca alîkariya bi mexdûrên lêhiya li Loristana Rojhilatê Kurdistanê re hat lidarxistin.
Konser pêr danê êvarê li Telara Hunerê ya Silêmanî Koma muzîkê ya Lor bi alîkariya Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmanî çêbû. Hunermendên ku beşdarî konserê bûne ev in; Hunermend Osman Mîrweys, Luqman Selîm, Şîlan Osman, Heme Rauf Kerkûkî, Niyan Ebdullah, Kenar Teha, Azade Reş, Eta Çawşîn, Seedûn Kakeyî, Rênas Wirya û Şiwan Qeredaxî.
Organîzatorên konserê, paşê dahata konserê wê di civîneke çapemeniyê de eşkere bikin û vî pereyî bişînin ji bo mexdûrên lêhiyê li Rojhilatê Kurdistanê.
SILÊMANÎ/ROJNEWS