Ewlekarî , ne  di teoriyê de, di pratîkê de ye.

Ji bo bawerî û îradeyê hêvî giring e.  Teorîsyenê mezin yê şer, Generalê Prusya Von Calusewittz dibêje; tevahiya şeran ji bo dîl-girtina îradeya aliyê din e.  Ev gotin didine xuya kirin ku,  îrade ne xwezahî ye, aliyekî xwe psîkolojîk e, aliyek jî hêvî ye. Dema hêvî bi teoriyê hate stewihandin, bi hêz dibe, dema ku teorî kete pratîkê serdestiya psîkolojîk tê bidestxistin, encam jî derdikevê hole.
Pola avê nagire, lewma natewê, lê dişike.  Gelê Kurd di têkoşîna 40 salî de, bûye pola. Dişike lê natewe. Têkoşîn jî,  ji bo vekirina deriyê guhertinê ye.  Kurdan, di êtkoşîna 40 salî de, deriyê cîhanek nû vekir. Cîhana klasî, ku li ser bingeha dîlgirtina Kurdan hatibû sazkirin, red kirin. Dîlgirtin jiyanek di rekiha hesinî de ye, Kurdan ew rekih jî şikandin. Ev serketina dîrokî, hem  di partîkê de, hem di teorîiyê de bidestxistin. Lê cîhana derve, di nava xilmaşiyek mêşmirî de, xemsar e û  pêl vijdanê xwe dike.
Dibêjin,  cografya çarçoveya dîrokê ye. Lê cîhana derv e jî, bandorek mezin li bûyerên dîrokî dike.  Gelê Kurd, li cografya xwe jî, li cîhana derve jî têkoşînek mezin dimeşîne. Têkoşîna Kurdên li Ewropa, her roj vaqanivîsek e û bi tonan belge  radestî Ewropiyan kirin. Ewropa, diyarekî  efsûnî ye. Ji şerê xaçparêzî  û vir ve, şert û merc çi dibin bila bibin, divê ala wan li jor bibalive. Min, demeke dirêj, li ser  “Ewropa çawa bû Ewropa” lêkolîn kir. Encamek balkêş derkete hole. Ewropa aliyekî xwe utopya Roma ye, aliyek lîstikên Bizansî ye, aliyek gumanên Ingilîstanê û  îdealên populist e, aliyek siyaseta bazirganî û hişmendî ye.  Di encamê de hêrs, narsîzm, dewlemendî  û serdestiya nezin  derkete hole.  Di encamê de Ewropa wek dayika mirovahiyê, çavkaniya mafên mirovan, bingeha demokrasî û pêşxistina zanistê derkete hole. Lê êş û azara mirovahiyê derman nekiriye. Mixabin!...
Ewropa  dîroka cîhanê jî li gorî xwe guhert; kultur jî li ser bingeha propagendeya Yewnana kevin ava kir û bû mîratzadeyê Yewnanîstana kevin. Di rastiyê de Ewropa, bi hevîrê cografya xwe, bi xwîn û xwehdana gelên xwe gihaye vê qonaxê.  Macera û efsûnbazî  jî bu haveynê vî hevîrî!.. Dîse jî; Ewropa meddî berhemê Asya ye; Ewropa manewî û zanistê jî berhemê Zerdesht, Buda, Manî û Îsa ye!..
Gelê Kurd ne biqasî cografya xwe be jî, li cografya Ewropa têkoşînek mezin û dîrokî meşand.  Her roja Ewropa, çi polîsî be, çi îstîxbaratî be, çi burokratîk, dadgerî, yan jî siyasî be, bi vaqanivîsên Kurdan dagirtî ye. Yek ji van vaqanivîsa ku 740 roj in berdewam dike, nobeta li bajarê Fransa Strasbourgê ye. Nobeta “Ji bo Ocalan Azadî” , li ber avaniya Konseya Yekîtiya Ewropa berdewam dike. Her hefte, komek kurdên ji bajarên cûda yên welatên Ewropa diçin û nobetê teslîm digirin. Heta îro  herî hindik 105 komên cûda, ji bajarên cûda çûne Strasbourgê nobet girtine.
740 roj in, Kurdên li Ewropa  di guhên gelê Ewropa de, di guh û çavên rayedarên  Ewropa de rastiya xwe diqîrin.
Berî wê jî greva birçîbûna bê dem û bê dorveger li heman cihî berdewam kir. Ew pêgiha li ber avaniya Komisyona Ewropa, bûye “arena çalekiyên Kurdan”. Kurd li wir bûne bawermendên Îsa û rayedarên Ewropî jî, bûne tacîdarên Roma û şêr, piling berdane nav serûguhên Kurdan. Di encama vê  siyasetê de, li Parîsê komkujiya bêbextî  pêk hat. Dîse li Parîsê, bi  komployek siyasî endamê Konseya Rêveber a KNKê Adem Uzun hate girtin.  Dozger û dadgerên taybet jî siyasetmedarên kurd  rehîn girtin û kirin bazara bazirganiya siyasî. Dîse li Fransa bû ev.
Parlamenterên Kurd, şaredar, nunerên saziyên civaka Kurd li arena Komisyoan Ewropa şerefyab bûn û li naqosa hawarê dan. Demekê ji bo eşkenceya li Imralî bû, demekê ji bo faşîzma li ser bedena kurd bû, nobeta niha jî, ji bo “azadiya  Ocalan û girtiyên siyasî” ye. Binêrin; tecrîda li Imralî 2 sal 333 roj dagirtin. Tecrîda li Bakur, li Rojava, li Başûr û Rojhilat, bi artêş, bi çete û hwd. dewam dike. Ewropa xemsar û bêdeng e!..Şêr û pilingê Ewropiyan Artêşa Tirk e, li Rojava çeteyên Erodgan in, li Başûr DAIŞa di kesayeta Siudî de ya  Emerîka ye, li Rojhilat jî dîse xoşmeşrebî’ya Ewropa ye!..
Eger modernîteya Ewropa, zanist û demokrasiya Ewropa, eger parêzvaniya mafên mirovan û hiquqê Ewropa, êş û azara gelê Kurd derman neke; bi gotina Durkheim; “ez çi bikim ji wê zanist, demokrasî, edalet û parêzvaniyê?”       
Dîroka mirvahiyê nebûye çavdêrê vaqanivîsek wiha, ku  nobeta  di kesayeta serokekî de,  ji bo azadî û mafên rewa yên gelekî, du salan berdewam bike, bikevê sala sêyemîn û bersivê nebîne.  Gelê Kurd azadiya Ocalan azadiya xwe dibîne. Jinên Kurd azadiya Ocalan azadiya xwe dibînin. Ciwanên Kurd, azadiya Ocalan weke sedema şer û aştiyê dibînin. Ocalan 13 sal in, li Imralî ji bo çareseriya şerê di navbera Dewleta Tirk û Gelê Kurd de têkoşînê dike. Aktivîstên mafên mirovan, hiquqnas, siyasetmedar, sosyolog, feylesof,  akademisyen û keşe jî di nav de,  têkoşîna Ocalan, bi rol û misyona  Mandêla re dikine yek. Ewropa ji bo Mandêla komisyon sazkirin, lê kontrol û çavdêriya Imralî  pêknayînin.
Peyama Dîrokî ya Newroza 2013an ya çareseriya demokrtaîk, Emerîka jî di nav de, ji aliyê tevahiya cîhanê ve bi çepikan hate pêşwazî kirin. Ji bo azadiya Ocalan, navdarên cîhanê, xelatgîrên Nobelê kampanya imzeyan dane dest pê kirin.   Mixabin Ewropa, hîna vijdanê wekheviyê şiyar nekiriye, edaleta cîhanşimûlî pêk ne aniye.  Yanî  diyalektîka pratîkî, ji birîndariyê rizgar nekiriye.
Ev siyaseta Ewropa, dibe sedema ku mîratzadeyên “sêva sor”, dewleta AKP jî di çareseriyê de lîstîkan bike.