Mavî Vatan ne sloganeke danader a împeryalîzma dewleta Tirk e. Nivîskarê rojnameya Haaretzê, Zvi Bar’el wisa dihizire. Bi ya wî di vê çarçoveyê de dewleta Tirk ne tenê li Lîbya û Derya Spî, lê belê li Behra Ereb, Kendavê, Behra Sor û heta bi Somaliyayê di çarçoveya vê stratejiyê de tevdigere. Lê ew her wiha difikire ku dibe ku ev yek derbeke xweş jî li Enqerê bixe; nexasim jî li Libyayê.

Zvi Bar’el hevoka “Mavi Vatan (Welatê Heşîn)” bi bîr dixe û dibêje, “Ev doktrînek bû û heta 2006’an lê bû. Di van salên dawiyê de Tayyip Erdogan ji nû ve ruh pê anî gava ku wî nexşeyeke belavbûna li sê deryayan a stratejîk a dewleta Tirk nîşan da.”

Erdogan hingê tenê behsa Derya Spî, Ege û Derya Reş kiribe jî, stratejiya belavbûna împeryal a dewleta Tirk li gorî Zvi Bar’el jê dibihure, Behsa Ereb, Kendav û Behra Sor jî dihewîne. Li gorî wî şerê li Lîbyayê jî di vê di vê peywendê de bê dîtin.

Bi ya wî ev yek dikare bi awayekî ne hewce bike ku Rûsya û NATO jî bên hemberî hev, tevî ku Fransaya endama NATO’yê jî li Lîbyayê li bereya dijberê Tirkiyeyê ye.

Zvi Bar’el dibêje, ya ku dewleta Tirk li pêş digire, niha ne gerîna li petrolê ye; ew dixwaze bi “Welatê Heşîn” bibe hêzeke împeryal a herêmî. Ew mesrefên zêde yên eskerî, çêkirina keştiyên eskerî yên nû, mezinkirina fîloya dronana a dewleta Tirk û baregehên wê yên eskerî li Qetar, Somalî û Sûdanê û peymana bi hikûmeta Birayên Misilman a Lîbyayê re jî di vê çaçoveyê de dinirxîne. Bi ya wî tevî ku encam hîna ne diyar e jî Tirkiye li Derya Spî veguheriye yek ji aliyên sereke di warê dîplomatîk de; lê di warê aboriyê de dewleta Tirk hatiye ber krîza xwe ya herî mezin a tê zanîn. Yanî dibe ku buhayê împeryalîzma dewleta Tirk derbeke mezin be ku bike ew nikaribe rabe ser xwe.

 

FRANKFURT