Şeva 25’ê Cotmehê li Amedê polîsên dewleta Tirk a dagirker bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de girtin. Li gel lêgerîna li avahiya şaredariyê, polîsên Tirk hevserokên şaredariyê Gultan Kişanak û Firat Anli jî kirin bin çavan. AKP bi vê yekê peyama bilindkirin û berfirehkirina asta êrişên qirkirinê da. Darbeya AKP lewma kete qonaxek nû. Lê belê van êrişan niha dest pê nekir. Raboriya êrişên AKP yên li ser sazî û dezgehên Bakur tijî pêkanînên wiha ne. Tenê ferqek heye, ew jî cara yekem AKP dest dirêjî şaredariyên bajarên mezin yên Kurdistanê kir. Eger di bîra me de be, di hilbijartinên herêmî de ji bo AKP şaredariya bajarê Mezin a Amedê bi dest bixe her tişt kir, serî li herî rêya nerewa da. Ji ber ew jî baş dizanin Amed dilê welêt e. Lê belê şaredarî bi zêdehiya dengan kete dest DBP. Lewma AKP niha serî li rêya dagirkirin û desteserkirinê dide. Beriya demekê jî bi rêya qayyuman AKP dest danî ser zêdeyî 20 şaredariyan. Ev şaredarî piraniya xwe yên navçe û bajarokan bûn. Niha AKP bi binçavkirina hevşaredarên Amedê rê li desteserkirina şaredariyên bajarên mezin yên weke Wan û Mêrdînê jî vekir. Divê em vê bizanin ku di rojên pêş de wê berê xwe bidin şaredariyên din jî. 

Li gel vê eşkereye di hedefa AKP de ne tenê şaredarî, her wiha sazî û dezgehên civakî jî hene. Nimûne Kongreya Jinên Azad (KJA) di hedefa AKP´ê de ye. Berdevka KJA Ayla Akat Ata hat binçavkirin, polîsên Tirk bi ser avahiya KJA’yê de girtin. Baş e çima KJA? Bi saleye Tevgera Azadi ya Jinan bergiriya êrişên faşîzan û polîtîkayên dagirkirinê yên AKP dike. Jin lewma di hedefê de ne. Me roja berê jî dît, li Amedê çawa êrişî jinên berxwedêr kirin. Elbet dixwazin pêşengên berxwedanê jinan, bi vê yekê bêdeng bikin. Lê bersiva jinan li Amedê hêjayî dîtin û vegotineke berfireh bû. Jinan xwe li pêş êrişan kirin mertal û destûr nedan polîsên dagirkeriya Tirk pêşde biçin. 

Li gel vê diyar bû ku dê KCD jî para xwe ji êrişan bigre. Ji ber ku weke bahaneya binçavkirina Gultan Kişanak dozgeriya Tirk beşdariya kongreya KCD jî nîşan daye. 

Ji xwe girtin û binçavkirina parlementeran ev demeke di rojevê de ye û xuya ye wê faşîzm parlementerên HDP jî bide ber xwe. 

Mijareke din heye ku divê mirov balê bikişîne ser, ji bo pêşî li bihîstina van êrişên dijwar bigire, beriya demekê AKP hemû sazî û dezgehên ragihandina azad bêdeng kir. Televîzyon, rojname û radyo hatin girtin. Pêla êrişên tarî di nava vê mijê de dixwaze bidomîne. Elbet ji bo pêşî li van êrişan were girtin, pişta faşîzm û dagirkeriyê were şikandin, yekane rê cardin berxwedan û çalakiyên bênavber in. 

Di nava çend rojan de li Bakur bi vî rengî rojev veguherî êrişên li ser sazî û dezgehên gelê Kurd. Lê ji bo fêhmkirina meseleyê divê em li taboya giştî temaşe bikin. Êrişên AKP tenê bi Bakur re ne bi sînor in. Di serî de êrişa li ser Rojava û herêma Şehba, li Başûrê welat hewldanên dagirkirinê, ango bi giştî êrişên li dijî hemû destkeftiyên gelê Kurd AKP pir alî, berfireh û kûrkirî dimeşîne. Armanc ji van êrişan elbet statuya gelê Kurd e. Dewleta Tirk a dagirker ji xwe di eslê xwe de li ser înkar û tinekirina gelê Kurd ava bûye. Lewma di vê qonaxê de ku gelê Kurd bi destkeftiyên xwe nêzî statûya azadiyê bûye, dibe armanca êrişên berfireh. 

Ev êrişkarî di vê çerçoveyê de ne ji bihêzbûn an jî mezinbûna dewleta Tirk tê. Berovajî dewleta Tirk û AKP di nav krîzeke kûr a siyasî û aborî de ye. Di warê siyasî, leşkerî û aborî de dewlet di dema xwe ya herî lawaz de ye. Ji tengavbûnê, weke gurê har êriş dike. Êrişî her tevgera biçûk û mezin dike. Tirs û lawaziya dewletê tenê bi vê jî namîne, rayedarên dewletê eşkere dibêjin, şerê niha didin şerê man û nemanê ye. An go dewleta Tirk û hukumeta AKP gihiştiye wê qonaxê ku polîtîkayên înkar û îmhayê têk biçin. Û yekane rêya xwe pê bigire jî çi ye, weke berê faşîzm û dagirkerî ye. Dawiya dawî, dinya alem dizane û qebûl dike, dem dema gelê Kurd e, yeqîn ya ku winda bike faşîzm û dagirkeriya dewleta AKP ye. Lewma stratejiya têkbirinê ya AKP li Sûrên Amedê diqelibe.