Komeleya alîkariya hiqûqî ya bi girtiyên siyasî yên Kurd re Azadî e.V. destpêka vê hefeteyê bi daxuyaniyekê bi bîr xistibû ku di doza li dijî çalakgerê siyasî yê Kurd Mahmut Kaya de ti sûcdariya şênber nîne, ji ber wê doza berdana wî kiribû. Doh rûniştina doza li dijî Kaya li Dadgeha BIlind a Eyaletê ya Hamburgê bi rê ve çû û di rûniştina piştî nîvrojê de Kaya hat tehliyekirin. Heyeta dadgehê 17 meh ceza li Kaya birrî û ji ber dema ku di hepsê de maye, biryara tehliyekirina wî da, lê tehliyekirina wî jî wê bi şertê 3 salan ve girêdayî be.
Dozgeriyê li dijî Kaya bi xala Qanûna Ceza ya Elman 129a/b´yê bi endametiya rêxistineke terorîst a biyanî tohmet bar dikir. Lê ti sûcê şênber di îdîanameya xwe de nekarî bi nav bike. Heta bi çalakiyên YEK-KOM´ê yên bibîranînê jî di îdîanameyê de weke “desteka terorzîmê” hatibûn binavkirin.
Azadî e.V. wekî din di daxuyaniya xwe de bal kişandibû ser dema sûcên qaşo yên di îdîanameyê de jî û bi bîr xistibû ku Dîwana Edaletê ya Ewrûpî bi biryarekê gotibû, di navbera 2014 û 2017´an de PKK bi neheqî li ser lîsteya rêxistinên terorîst a Yekîtiya Ewrûpayê bû; bi vê jî ji xwe îdîaname bi tevahî di warê hiqûqî de pûç dibe. Tevî îdîanameya bê sûcê şênber bû û tevî biryara Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê jî, heyeta dadgehê 17 cezayê girtîgehê li Kaya birrî. Ji ber dema wî ya girtî û ji ber rewşa wî ya tenduristiyê jî hat tehliyekirin.
Siyasetvan û çalakgerê Kurd Mahmûd Kaya di parastina xwe de di rûniştinên beriya niha de ev bang li dewleta Elman kiribû: “Bi alîkariya Elmanan, Împeretoriya Elman qirrkirina Ermeniyan bire serî. Ji ber vê yekê em dibêjin; Xwe di qirrkirina Kurdan de jî nekin hevkarê sûc. Alîkariya aborî û eskerî nedin Erdogan.”
HAMBURG