Di çalakiyan de her weha xwedî derketina li qetilkiriyan  û doza hesabpirsînê jî derketin pêş.


Di serî de Elmanya li gelek welatên Ewrûpa û dinyayê komkujiya li Enqerê û êrîşên dewleta Tirk li Kurdistanê hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de peyama "kujer Erdogan" derket pêş.

DORTMUND: Li bajarê Elmanya yê Dortmund li Katharinenplatz komkujiya li Enqere hat protestokirin. Gelek sazî û dezgehan piştgirî da çalakiyê û  qederê 2500 kesî beşdar bûn. Di çalakiyê de dirûşma, "Qatil Erdogan" meydan hejandin. Girse piştî axaftinan, ber bi Dêra Reînoldî ya li navenda bajêr meşiya.

ESSEN: Komkujî li bajarê Elmanyayê Essenê jî bi çalakiyekê bi beşdariya 1500 kesî hat şermezarkirin. Di çalakiyê de sloganên "Kujer Erdogan", "Kujer Erdogan wê hesap bide" îşaret bi berpirsiyariya dewleta Tirk dikirin.

DRESDEN: Li ber Theaterplatz-Semperopere li bajarê Dresenê çalakiya protesteyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de hat ragihandin ku ev êrîş li dijî biratî, aştî, mirovahî û demokrasiyê hatiye kirin. Li dû daxuyaniyê girseya gel bi 48 wesayîtan çû Berlînê û dengê xwe da HDP'ê.

BONN: Kurdistanî û dostên wan ên Elman li bajarê Bonnê bi meşekê, komkujiya li Enqereyê şermezar kirin. Meş bi mîtînga li Frîedenplatzê bi dawî bû. 


“Em ê hesab bipirsin”

DUISBURG: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariya bi sedan kesî, li bajêr çalakiyek lidar xist û komkujiya li Enqereyê şermerzar kir. Tevî NAV-DEM'ê ATÎF, AGÎF, DÎDF, Însiyatîfa Kurecikiyan, ADHF û MLPD beşdarî çalakiyê bûn. Parlamentera HDP'e ya Amedê Feleknas Ûca destnîşan kir, ku hesabê komkujiyên Amed, Pirsûs, Enqere û hemû komkujiyan wê were pirsîn.

DORTMUND: Bi pêşengiya Meclîsên TJK-E û Navenda Civaka Demokratîk, li bajarê Dortmûndê bi beşdariya 2.500 kesî çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Nûnerên NAV-DEM, AABF, ATÎK, HDP, EMEP, MLKP, Eniya Gel, MLKD a Elman, yekîtî, komele, partiyên siyasî û rêxistinên beşdarî çalakiyê bûn, komkujî lenet kirin.

KOLN: Li Kolnê jî bi çalakiyekê, komploya navneteweyî û komkujiya li Enqereyê hat şermezarkirin. Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Yekîtiya Hêzê, 2 hezar kes li Meydana Domê ya Dîrokî kom bûn û gotin, "Dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa HDP." Li Kolnê Kurdistanî wê îro bi armanca şermezarkirina komkujiyê dakevin qadan û ji bo van çalakiyan banba beşdariyê ji aliyê Komîteya Amadekar ve hat kirin.

OSNABRUCK: Li Osnabruckê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komeleya Çandê ya Elewiyan çalakiyeke hevpar lidar xist. Di çalakiyê de endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Pinar Aydinlar, endamê Desteya Rêveber a AABF Ozkan Lafatan, Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç û nûnerên Civaka Azad a Musterê û saziyên Elman amade bûn. Beşdaran, komkujiya hovane ya li Enqereyê lenet kirin û banga xurtkirina têkoşînê kir.


Kurdistaniyan li Franse AKP şermezar kir

Li bajarên Fransa Lyon, Bordeaûx, Reîms, Nancy û Toûloûseê, bi hezaran kes daketin kolanan û komkujiya Enqereyê şermerzar kirin. 

LYON: Navnîşana çalakiya li bajarê Lyonê, pêşiya Konsolosxaneya Tirk bû. HDP, Partîzan, Partiya Komunîst a Fransayê û alîgirên Tevgera Komunîstên Ciwan bi çalakiyeke hevpar, komkujî şermezar kir. Zêdeyî 500 kesî tevlî çalakiyê bûn. Qisekeran anî ziman ku ew êrîşkarên komkujiyên li Amed û Pirsûsê nas dikin û gotin, "Tevî vê yekê jî em ê her tim jiyana bi hev re ya aştiyane li welatekî demokratîk, azad û wekhev, biparêzin."

BORDEAUX: Li bajarê Bordeauxê, bi beşdariya 300 kesî ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, HDP Bordeaux, Navenda Çanda Elewiyan a Bordeauxê, PCOF, NPA, Alternatîve Lîbertaîre, Antî-FA partiyên çep ên Fransayê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Nûnerên saziyên Fransayê li vir axivîn û anîn ziman ku Erdogan, ji ber desthilatdarî ji dest diçe li pişt van komkujiyan e.

REIMS: Komkujiya Enqereyê li bajarê Reîmsê hat şermezarkirin. Di meşa hevpar a Komeleya Demokratîk a Kurd û TKP/ML de bi dehan Kurdistanî amade bûn. 

NANCY: Li bajarê Nancy, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, AKM, NAKE, KP Rêxistina Aakirinê, Eniya Gel, KP a Fransayî û dostên Kurdan, komkujiya li Enqereyê şermezar kirin. Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Nancy jî di çalakiyê de diyar kir ku di 17'ê Cotmehê roja Şemiyê de wê ji Nancy konvoya ji otobus û wesayîtên şexsê ber bi Konsolosxaneya Strasboûrgê ve bê şandin û bang li her kesî kir, ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.

TOULOUSE: Kurdistanî, Tirkiyeyî û Fransayiyên li bajarê Fransa Toûloûse dijîn, komkujiya Enqereyê şermezar kirin. Bi vê armancê li Place Jean Jaûres, daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.


Li seranserê dinyayê çalakî hebûn

LONDON: Li paytexta Ingilîstanê Londonê, bi pêşengiya Yekîtiya hêzê ya Demokratîk, li ber Serokwezaretiyê daxuyaniyek hat dayîn. Tevî endamên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên koçber, kom û sendîkayên Ingilîz zêdeyî 10 hezar kes beşdarî vê çalakiyê bûn. Girseya gel piştî daxuyaniya li ber Serokwezaretiyê, dest bi meşê kir û ji kolanên herî qelebalix ên Londonê derbas bû û xwe gihand pêşiya avahiya BBC. Li vê derê bi qîrîna dirûşmeyan, AKP û Erdogan hatin şermezarkirin.

HELSÎNKÎ: Li paytexta Fînlandiya Helskînî, bi qasî 200 aştîxwazên Kurd, Tirk û Fînî li ber Dêra Spî kom bûn û komkujiya li Enqereyê şermezar kirin. Girseya gel mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn. 

TORONTO: Navenda Civaka Kurd a li bajarê Toronto ya Kanada, komkujiya li Enqereyê protesto kir. Mala Cem a Toronto û saziyên din tevlî çalakiyê bûn. Di meşa li ser cadeyên herî qerebalix ên bajêr de nêzî 500 kesî amade bûn. Girseyê paşê li ber Şaredariya Toronto daxuyaniya çapemeniyê da. 

MOSKOV: Kurdistaniyên li Moskovê kom bûn, komkujiya li Enqereyê protesto kirin, AKP û Erdogan rûreş kirin. Li ser banga Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurd a Rûsya, Yekîtiya Saziyên Kurd a Civakî ya Navneteweyî ya Moskovê, Organîzasyona Parastina Mafên Kurdan a Moskova ya Mezoptamya, Kongreya Kurdên Êzidî ya Rûsya û Organîzasyona Jinên Kurd Viyan a Moskowa û gele saziyên cuda Kurdên li paytexta Rûsya Moskowa dijîn li Qada Parka Sokolnîk kom bûn û komkujiya li Enqereyê protesto kirin. Peyama wan ew bû ku "êdî dinya hemû bi lîstikên qirêj ên Erdogan dizane".


 NAVENDA NÛÇEYAN