Serokê Komîsyonê Paûlo Pînheîro got, “Her roj bi sedan sivîl tên kuştin. Şer û pevçûn gefê li aştî û ewlekariya navneteweyî dixwin.” Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji sala 2011’an dema destpêkirina pevçûnan û vir ve zêdeyî 190 hezar kes li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hovîtiyên DAIŞ’ê yên li bakur û bakur rojhilatê Sûriyeyê bi detayan tên dayîn: “Rojên Înê bi awayekî rêk û pêk li pêş çavên gel mirov tê kuştin, organên wan tên jêkirin û tên qemçîkirin.” Li gorî raporê, mirovên tên kuştin ji bo terorîzekirina şêniyên herêmê bi rojan li pêş çavên gel tên hiştin. Jinên li gorî qanûnên kincan ên DÎ tevnagerin, bi qemçiyan tên cezakirin. Li herêma Reqayê zarokên 10 salî kirin leşker û li kampan hatin perwerdekirin. Nifûsa Kurd bi zorê hatin koçberkirin û rojnamevan jî bi awayekî rêk û pêk bûn hedef.
Komîsyona ku dozgera berê Carla del Ponte jî cih digire di rapora xwe de got, çeteyên DAIŞ’ê “li Heleb û Reqayê, tevî îşkence, kuştin, revandin û bi zorê koçkirin sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê kirine.” Di dewama raporê de hat gotin, “DAIŞ li herêmên di bin kontrola xwe yên li Sûriyeyê de, di serî de hindikahî ji bo civakê gefeke vekirî ye.” Di raporê de hat diyarkirin ku hêzên hikûmetê jî di asta sûcên li dijî mirovahiyê de komkujî anîne serê sivîlan û destnîşan kir ku li hemberî girtiyan îşkenceya rêk û pêk û kuştin, hatine kirin. Di raporê de her wiha hat diyarkirin ku artêşa Sûriyeyê di “Meha Nîsan û Gulanê de 8 caran gaza klor a çekeke qedexe ye bikar aniye.”
NAVENDA NÛÇEYAN